Bi hêza hevalên xwe li ser piyan e

Şemî 4 Sibat 2023 - 02:58

Ayfer Ayçîçek sala 2007’an li Edeneyê hat girtin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yek ji girtiyên nexweş a giran a li girtîgeha Marmarayê ye. Li Ayferê bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ 22 sal û 11 meh ceza hat birrîn. Ew niha li girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Gebzeyê ragirtî ye. Dema nû hat girtin, 8 mehan di hucreya yekkesî de girtin û piştre jî sirgûnê gelek girtîgehan hat kirin.

Siheta ruhî ya Ayferê di şertên girtîgehê de xira bû. Li dijî Ayferê, dema li girtîgeha Alanyayê ragirtî bû, bi îdîaya ‘zirar daye malê cemaweriyê’, doz hat vekirin. Ayferê ji ber binpêkirinên li girtîgehan û pirsgirêkên tenduristiyê pê re peyda bûn, nikaribû îtîraz bike û cezayê Ayferê di vê pêvajoyê de teqez bû. Piştre sirgûnê girtîgeha Jinan a Gebzeyê hat kirin. Ayfer meh û nîvekê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sînîr û Tenduristiya Ruh a Bakirkoyê hat dermankirin. Li wir jî gelek zextên psîkolojîk û êşkence lê hat kirin. Ayfer neçar e dermanên xwe demeke din jî bi kar bîne, niha bi piştgiriya hevalên xwe yên qawişê, moral û motîvasyona xwe diparêze.

Ayferê di Tîrmeha 2022’yan de ji ajansa Jinnewsê re ragihandibû memûrên girtîgehê ferz kirine ku li ber çavê wan dermanan vexwin. Ji ber ku ev qebûl nekiriye, êşkenceya psîkolojîk lê hatiye kirin û du meh cezayê dsîplînê lê hatiye birrîn. Piştî nûçeya me û zextên rayagiştî, dermanên wê ji nû ve danê.

 

Di televîzyonê de hedef hat nîşandan 

Ayferê her wiha ragihandibû ku di bernameyeke televîzyonê ya ya TRT Worldê de navê wê eşkere hatiye dayîn û hedef hatiye nîşandan. Ayferê ji bo ku bername bê rakirin ji wezareta dadê re name nivisî. lê wezaretê guh neda vê nivîsî

JINNEWS/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.