Bi ekosîd û avê qir dike

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 18 Îlon 2023 - 16:04

  • Li Frankurtê pisporan got, dewleta Tirk bi avê û bi ekosîda sîstematîk, siyaseta xwe ya qirkirinê li dijî Kurdan dewam dike û vê siyasetê niha nexasim jî li Rojava bi cih tîne. Encamnameya panelê ji hikûmeta federal xwest destekê bide Rêveberiya Xweser.

BEDRAN DOGAN / FRANKFURT

 Li avahiya Volkshaus a li semta Enkheim a Frankurtê, bi panelekê siyaseta dewleta Tirk a qirkirinê bi rêya ekosîd û bikaranîna weke sîleh a avê hat minaqeşekirin. Komeleya Dostaniya Frankfurt - Kobanê bi navê “Kêmaviya kujer li Rojava - Av weke sîleh” panel organîze kir. Pispor di panelê de amade bûn û di dawiya wê de beşdaran ji bo ku bigihînin wezîrên pêwendîdar ên federal encamnameyek jî eşkere kir. Nûnerên temamê partiyên siyasî yên di meclîsa şaredariya bajarê Frankfurtê de jî di nava guhdaran de cihê xwe girtin. Ji nûnerên CDU û SPD´ê heta bi yên Keskan û Die Linke, hemûyan destek da encamnameyê û ew ê misoger bikin ku encamname bigihîje wezîrên berpirsiyar di serî de jî Wezîra Karê Derve Annalena Baerbock.

Berpirsa alîkariyên ji bo Tirkiye, Iraq û Sûriyê ya Medico Internationalê, Anita Starosta moderatoriya panelê kir. Endama Saziya Dostaniya Berlîn-Dêrikê, antropologa çandî û civakî Şermîn Guven, Ji Înstîtuya Lêkolînên Civakî û Ekolojîk (IISOE) rêveberê Beşê Bikaranîna Av û Erdan Dr. Robert Lutkemeier, nûçegihanê Frankfurter Rundschau yê Rojhilata Navîn Philippe Pernot û ji damezrênerên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Ercan Ayboga di panelê de peyivîn. 
 

Av kirin sîleheke kujer

Di axaftina destpêkê ya panelê de berdevka Komeleya Dostaniya Frankfurt - Kobanê, Bianca Winter, behsa xebatên komeleyê kir û paşê bal bire ser rewşa Kobanê bi xwe û îşaret pê kir ka çawa av li dijî Rojava veguheriye sîlehek e kujer li dijî mirovan û bi giştî li dijî xwezayê.

Beriya panel dest pê bike, Hevserokê Rêveberiya Komunan û Dayreya Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Cîhad Omer bi peyamekê panel û beşdar silav kirin. Cîhad Omer got, qederê 5 milyon mirovî li wê hewza xwe ji ava Firatê têr dike dikarin bijîn û li herêmên wan bi xêra avên çemên Firat û Dîcleyê û bikaranîna wan a weke ava vexwarinê û avdaniyê hevsengiyeke ekolojîk ava û pirrengiyeke biyolojîk peyda bûye. Lê belê ji ber krîza guherîna avhewayê û germbûna global re şert û merc ne baş bûne û dewleta Tirk êdî av veguherandine sîlehekê. Ev yek tevî hişkesaliyê kiriye ku li Rojava krîzeke bêaviyê ya cidî rûbide; bi vê jî têkoşîna wan di vî warî de jî veguheriye têkoşîneke man û nemanê. 

 

Dewleta Tirk depoyên avê bombe dike

Cîhad Omer got, dewleta Tirk dagirkeriya xwe bi çêkirina bendavan jî dewam dike û wiha dewam kir: “Bi bendavên piştî dagirkeriya leşkerî ava kirine, dagirkeriya xwe dewam dikin. Pê re jî bi qest bombeyan li depoyên avê û sîstemên ava vexwarinê dixin. Ev pêkanîna siyaseta koçberkirinê ye.” Cîhad Omer got, îsal bûye hişkesaliya herî dijwar a van 70 salên dawiyê û ji ber van êrişan û weke sîlehê bikaranîna avê jî kiriye ku nexweşiyên dema şer ên weke kolerayê belav bibin. Cîhad Omer bang desteka civaka navneteweyî û peydakirina lezgîn a çareseriyê kir.

 

Mijarên arîşeyan û mekanîzmayên çareseriyê

Dr. Robert Lutkemeier jî behsa bikaranîna avê li Elmanyayê û tesîrên muhtemel ên hişkesaliyê li ser Elmanyayê bûn kir. Wî bal bire ser wê yekê ka çawa bajarên mezin ava xwe ji hawîrdorê peyda dikin û ev dike ku nakokî û arîşe peyda bibin bi civak, gund û bajarên piçûk ên hawîrdorê re û ji ber wê yekê avakirina çerxên çareserkirina van meseleyan bi ya wî heyatî ye. Bi ya wî hişkesaliyeke muhtemel tevî bikaranîna zêde ya avê serê şexs a li Elmanyayê, van çerxan ferz dike. Dr. Lutkemeier, bal bire ser dijwarbûna hişkesaliyê ya li Rojava jî û got, çerxên çareserkirina arîşeyan û çerxên peydakirina çareseriya kêmaviyê jî weke pêşniyaz bi nav kirin.

 

Nexweşiyan belav dike
Saziya Dostaniya Berlîn-Dêrikê û antropologa çandî û civakî  Şermîn Guven got, kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî rê li ber nexweşiyên vegir û şewban vedike. Wê got epîdemiya Kolerayê sala 2022´yan gelek zirar kiriye li Rojava û got, kêmbûna avê ji ber bendavên dewleta Tirk hem tesîr li ava vexwarinê û hem jî li ava ji bo çandiniyê kiriye û ev tesîr gelekî xirab bûye. 

Şermîn Guvenê protokola sala 1987´an a di navbera dewleta Tirk û Sûriyê de bi bîr xist û got, dewleta Tirk pê teahud dike ku ew ê saniyeyê 500 metrekab ava Firatê berde Sûriyê, lê dewleta Tirk bi kêfa dilê xwe vê protokolê binpê dike. Wê xwest, bi zexta raya giştî divê ku bikin Neteweyên Yekbûyî mudaxilî meseleyê bibe da ku zorê li dewleta Tirk bike ji bo ku ava Firatê li gorî protokolê berde. Ji bo ev bibe jî divê NY pêşî bike ku dewleta Tirk Peymana li ser çemên ji sînoran dibihurin îmze bike. 

 

Siyaseta Bendavan a dewleta Tirk

Ji damezrênerên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Ercan Ayboga jî bal bire ser siyaseta dewleta Tirk avakirina bendavan li Bakurê Kurdistanê, wî got, bi çêkirina Bendavan 600 hezar kes ji cih û warên xwe hatine kirin û nîvê van li Kurdistanê bûne. Wî wekî din got, bi bendavan kontroleke pirr mezin li ser herika çeman hatiye avakirin û dikare bi rehetî û kêfî bi hefteyan bi temamî jî avê bisekinîne.

Wî got, lê dewleta Sûrî ne xema wê ye tevî ku xelkê li herêma rejîmê jî bêav e, ji dewleta Tirk hîç naxwaze ku protokola sala 1987´an bi cih bîne.

Wî her wiha behsa pêkhatin û xwebirêxistinkirina tevgera ekolojiyê li Kurdistanê kir û got, bi xêra paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan, karê xwebirêxistinkirina Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û tevgerên din ên ekolojiyê li Kurdistanê rehettir bûye.

Wî got li Kurdistanê vê tevgerê nexasim jî li dijî avakirina Bendava Ilisu û bendavên li ser Munzurê xwe bi rêxistin kiriye û paşê jî bi bîr xist, li dinyayê tenê dewleta Tirk bi armancên leşkerî “bendavên ewlekariyê” ava kirine.

 

Hişkesalî encama siyasetê ye

Axaftvanê dawî yê panelê nûçegihanê Rojhilata Navîn a rojnameya Frankfurter Rundschau û wênegir Philippe Pernot bû. Pernot got, di encama lêkolîna xwe û peyivîna bi pisporên kurd û Tirk re û bi analîza wêneyan, got, hişkesalî ne tenê meseleyeke meteorolojîk e û ew esas li Rojava her wiha encama siyaseta rejîma Beesê ya monokulturê (li zeviyan çandina yek berhemê) ye jî. Ji ber wê û birrîna daran a hêzên dagirker jî wî hişkesalî weke mesleyeke siyasî û sîstematîk bi nav kir. Pernot her wiha bal bire ser êrişên li dijî binesaziya avê û hilberîna elektrîkê jî.

Di dawiya panelê de encamnameyeke bi daxwaz û pêşniyazên ji bo raya giştî û hikûmeta Elman hate erê kirin. Ji Hikûmeta Elman hat xwestin ku piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser û ji bo naskirina wê ya siyasî hem gavê biavêje û hem jî ji bo vê yekê kar bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.