Bi dizî Mûsalû bi dar ve kirin

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 21:21

  • Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku Îran darvekirinê ji bo çewisandina civakê bi kar tîne û di vê çarçoveyê de 20’ê Hezîranê girtiyê siyasî yê Kurd Fîrûz Mûsalû jî bi dar ve kiriye.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku Îran darvekirinê ji bo çewisandina civakê bi kar tîne û di vê çarçoveyê de 20’ê Hezîranê girtiyê siyasî yê Kurd Fîrûz Mûsalû jî bi dar ve kiriye.

PJAK’ê got, Îranê Fîrûz Mûsalû bi dizî bi dar ve kiriye, ne parêzar û ne jî malbata wî beriya bidarvekirinê nehatine agahdarkirin. PJAKÊ got, "Bi nepenî li Girtîgeha Urmiyê bidarvekirina Fîrûz Mûsalû li dijî mafên mirovan e. Îsbata wê yekê ye ku saziya dadê ya vî welatî gefeke mezin e li dijî girtiyên siyasî û hemû çîn û aktîvîstên civakê.”

‘Wê bêbersiv nemîne’

Di daxuyaniya PJAK’ê got ev kirina rejîmê wê bêbersiv nemîne: “Em bidarvekirina Fîrûz Mûsalû şermezar dikin. Bêguman ev kar wê bê bersiv nemîne. Têkoşîna ji bo dadperwerî û azadiyan wê dewam bike. Em daxwazê dikin ji azadîxwaz û têkoşerên civakê, rêxistinên mafên mirovan hemûyan da ku li hemberî sûcên Îranê yên li dijî mirovahiyê bêdeng nebin û heta bidestxistina azadiyê li her warî têkoşîna xwe dewam bikin, têkoşîna xwe berfereh û bihêztir bikin.”  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.