Bi derfetên xwe motoreke serketî çêkir

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 16 Îlon 2022 - 22:42

  • Wesayîtên bi elektirîkê dixebitin ji xwezayê re baştir in û weke yên bi benzîn û mazotê dixebitin zirarê nadin dinyayê.

Wesayîtên bi elektirîkê dixebitin ji xwezayê re baştir in û weke yên bi benzîn û mazotê dixebitin zirarê nadin dinyayê. Ji ber wê di van demên dawiyê de gotina “Wesayîtên dostê xwezayê” pirr tê hilanîn. Di çêkirina wesayîtan de bêguman tiştê herî zehmet “motor”a wan e! Wesayîtên bi elektrîkê dixebitin bêhtir motorên ji miqnatîsan tên çêkirin. Ji bo hêza (torq) wan were zêdekirin pêdivî bi vê miqnatîsê heye. Di nav van miqnatîsan de elementên weke nodîmyûm, samaryum û dîsprosyûm hene ku hem biha ne û hem jî zirarê didin xwezayê. 

Lê ciwanê 17 salî yê bi navê Robert Sansone motoreke ku berê nehatiye çêkirin ango motoreke ku ewê ji xwezayê re pirr baş be çêkir. Robert Sansone li Florîdayê di pola dawî ya lîseyê de dixwîne û bala wî li ser endezyariya motoran e. Ji ber vê yeke wî serê xwe bi vê meselê re êşandiye û dibêje, “Têkiliyeke min ya xwezayî bi motoran re heye, ji bo ez karibim vê pirsgirêkê çareser bikim min xwest ez motereke cihê çêbikim.”

Piştî motora xwe ya 15’an

Robert Sensone diyar dike ku çavkaniyên wî yê ji bo vê xebatê gelek kêm bûne, ji ber van sedeman wî tenê karibûye prototîpeke piçûk ya motorê çêbike. Ev motor weke “synchronous reluctance” jî te zanîn ku cûreyekî motorê yê nû ye. Wiha behsa pêvajoya karê xwe dike, “Kes tinebû ku alîkarî bi min bide, mamosteyekî ku rê nîşanî min bide jî tine bû. Ji lewma ez mecbûr mam zêde lêkolînan bikim û bixwînim. Her wiha min gelek tişt ceribandin û di her carê de min kêmasiyên xwe dîtin. Lê di dawiya dawî de piştî motora xwe ya 15’an min mînaka piçûk ya motorekê bi serketî çêkir.”

Robert Sensone bi vê xebata xwe ji fuarekê xelateke 75 hezar dolar jî girtiye. Wî diyar kir ku ew ê dahata vê xebata xwe ji bo xebatên nûtir bikar bîne. 

FLORÎDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.