Bi çavê helbestvanekê Rojava

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Gulan 2022 - 22:00

  • Filma “Rûpelên Sor” hewl dide bi çavê jineke helbestvan şerê Rojava vebêje. Helbestvan li hêlekê dixwaze lêkolînan bike û bibe şahidê vî şerî. Lê ji hêlekê ve jî diwaze di milê leşkerî de cih bigire.

RONAHÎ NÛDA / JÎNHA/QAMIŞLO

Filma bi navê “Rûpelên Sor” a bi derhêneriya Dersim Zerevan, behsa rastiya civaka Rojavayê Kurdistanê, şerê li Rojavayê Kurdistanê diqewime û êrişên çeteyên DAIŞ’ê dike. D filmê de jineke ciwan a helbestvan rola sereke dike. Da ku rastî û berxwedana gel lêbikole, ew berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Rola sereke, helbestvana pakrewan Nûjiyan Erhan a 3’yê Adara 2017’an di encama êrişa çeteyên Roj de bi giranî birîndar dibe û 22’yê Adara 2017’an şehîd dibe. 

Kesên weke Çîdem Roj, Ehmed Feqe, Hêjar Ehmed, Komas Fekî Elsuleyman alîkarî dane filmê û prodûksiyona filmê jî ji hêla Komîna Film a Rojava û Med Filmê ve bi rê ve çûye. Edîtoriya filmê jî Serhat Huluka kiriye û muzîka filmê jî Memo Gul çêkiriye.

Filma “Rûpelên Sor” wê 16’ê Gulanê saet di 16:00’an de li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê were nîşandan. 

Derhênera filmê Dersim Zerevan derheqê filmê de dibêje, wan dîmenên filmê sala 2016’an girtine û bûyerên di filmê de hemû xwe disipêrin rastiyê û wiha behsa mijara filmê dike: “Mijara filmê jineke helbestvan e û hatiye Rojavayê Kurdistanê. Wê helbestvanê hem dixwest di aliyê leşkerî de beşdar bibe, hem hin aliyên rastiya civaka Rojavayê Kurdistanê nas bike û hem jî dixwest piştgiriyê bide berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Li Rojavayê Kurdistanê bûyerên cuda qewimîn, ên ku ev helbestvan li wan bikole û wan bişopîne. Me xwest bi çavê wê helbestvanê Rojavayê Kurdistanê bibînin.”

Di bin siya şer de huner

Dersim Zerevan da zanîn ku ruxmê ku di sala 2016’an de şer giran bû, wan karîbû aliyên hunerî jî derxînin pêş: “Filma me ya yekemîn bû ku me li Rojava çêdikir. Ruxmê şert û mercên giran ên sala 2016´an li Rojava, yanî şer bû, dor lê girtî bû, lewma çêkirina filmê jî pirr zehmet bû.

Me bi pênc kesan ev film çêkir. Li gel êriş û şer jî me karîbû aliyên wê yên hunerî bidin pêş û filmeke wiha çêkin. Me xwest em nîşan bidin ku va ye di bin siya şer de karên hunerî jî didomin. Di filmê de jî hûnê jiyana komînal bibînin a ku herkes bi berpirsiyarî nêzî jiyanê û şer dibe.”

Di rola sereke de Nûjiyan Erhan

Dersim Zerevan da zanîn ku rola sereke di filmê de pakrewan Nûjiyan Erhan bû û wiha dewam kir: “Şehîd Nûjiyan, jineke şoreşger bû û ji bo axa Kurdistanê li ber xwe da û xwest rastiya berxwedana jinê bîne ziman. Beriya wê jî me bi şehîd Nûjiyan re belgefilma Sakîne Cansiz ‘Jiyana min her şer bû’ çêkir. Şehîd Nûjiyan di wê demê de weke Rojnamevanekê ji bo şopandina jinên li çiyayên Kurdistanê xebat dimeşand û piştî wê bi demekê çû Şengalê. Kesa ku ez lê digeriyam Nûjiyan bû û ji derveyî wê kes nehat bîra min. Nûjiyan Erhan di wê demê de serpêhatiya jinên Şengalê li Şengalê dişopand da ku rastiyan raxîne ber çavê cîhanê.  Tevî ku rojnamevan bû, tevlî projeya filmê bû. Rengekî pirr xweşik da xebatên me. Di sînemaya Kurdî de bi taybetî weke jin, em dixwazin sînemaya jinê bi pêş bixin, di her alî de em xwe berpirsiyar dibînin. Ji ber ku ev kar erka me ya sereke ye.”

Ji bo berdêlên giran ‘Rûpelên Sor’

Dersim Zerevan behsa kesayetên ku di filmê de cih girtine dike û dibêje, gelek ji wan niha şehîd bûne. Basil, Arîn, Hebûn Ereb, Şervan, Karker û Nûjiyan Erhan çend kes ji wan in ku di filmê de rol kirine û niha şehîd bûne. Lê dema mirov bala xwe dide filmê, çawa ku ew hene û hîna jî li jiyanê ne hîs dike. 

Zerevan ji bo navê filmê jî got, gelek berdêlên mezin bi xwînê hatine dayîn ji lewma jî wan navê film kiriye “Rûpelên Sor”. Zerevan herî dawî got, film wê li tevahiya gund û bajarên Rojava were nîşandan û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Li Rojava gelek filmên Kurdî hatin nîşandan û hêjayî xelatê hatin dîtin. Helbet şerê Rojava şerekî înternasyonalîst bû, lê pêşengên wê Kurd û gelên herêmê bûn. Em dixwazin vê filmê bi gelê xwe re parve bikin. Em hêvîdar in film li gorî dilê wan be. Xeta berhemên hunerî em ê dewam bikin da ku em karibin bi awayekî hunerî keda şoreşê ragihînin xelkên cîhanê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.