Bi bişaftinê qira Kurdî tînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:45

  • Hevseroka Komeleya Lêkolînê Kurd Remziye Alparslan diyar kir ku ziman ji bo civakê dîrok, bîr û çandê temsîl dike û anî ziman ku li Tirkiyeyê hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tinekirin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji sedî 40 ê zêdetirî 7 hezar zimanên cuda yên li cîhanê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne. Li gorî heman daneyan her 2 hefteyan carekê zimanek ji holê radibe. Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê (UNESCO) ya NY’yê bi armanca teşwîqkirina pir zimaniyê di sala 1999’an de biryar wergirt û 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Li gelek deverên cîhanê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi çalakî û bûyerên cuda tê pêşwazîkirin, li Tirkiyê jî di hawireke ku zext û qedexe lê hene de tê pêşwazîkirin. Zimanê kurdî hêrî zêde ji van zextên ku di bin desthilata AKP’ê de kûr bûne dikişîne. 

Bi taybetî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûn de (KHK) ku di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) a piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê de hat îlankirin, gelek dibistan, komele û enstîtuyên ku perwerdeya bi kurdî didan hatin girtin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku di 18’ê nîsana 1992’yan de hate avakirin di sala 2016’an de bi KHK’ê hate girtin. Komeleya Lêkolînên Kurdî ya niha berdewama enstîtuyê ye îro di mijara çand û zimanê kurdî de peywîra laboratuvarekê dibîne. 

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan zexta li dijî kurdî û têkoşîna li dijî vê tê dayîn nirxand. Alparslan, behsa têkiliya di nava ziman û civakê kir û got: “Ziman fonksiyona afirandina yekîtiyekê ji bo civakekê pêk tîne. Heke zimanê civakekê nebe perçeyekî mezin ê wê civakê jî ji holê radibe. Ji ber ku ziman ji bo civakê dîrok, bîr û çandê temsîl dike. Esas ziman hem ji bo netewan hem ji bo civakan şertê ewil ê hebûnê ye.”

Armanc qirkirina Kurdan e 

Alparslan, anî ziman ku di serî de kurdî li Tirkiyeyê gelek ziman di bin gefê de ne û destnîşan kir ku bi qedexeyên li dijî zimanê kurdî, hewl tê dayîn hebûna kurdan ji holê bê rakirin. Alparslan di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dewlet bi qedexekirina zimanê kurdî armanc dike ku kurdan ji holê rabike. Destpêka van qedexeyan bi îlankirina Komarê re bû, lê îro jî dewam dike. Sînorên dewleta Tirk, ji bo kurdan bi hişmendiya girtîgehekê hatin xêzkirin. Hate armanckirin ku hebûn û dengê kurdan li derve neyê zanîn.” Alparslan da zanîn ku kurd di dîrokê de tevî hemû zextan serî netewandin û wiha lê zêde kir: “Bi qedexekirina zimanê kurdî armanc kirin ku gelê kurd tine bikin. Kurdan jî di van şertên zor û zehmet de hebûna xwe heta niha domandin. Kurd bi saya têkoşîn û serhildanên xwe yên ji demên berê heta roja me ya îro karîne hebin.”

Di rêya ziman de em ê têbikoşin

Arparslan axaftina xwe wiha domand: “Dibe ku ji bo hinek din tiştekî hêsan be lê me ji bo hebûna xwe ji berê ve bedelên mezin dan. Enstîtuya Kurd a Stenbolê ya saziya me ya ziman bû, di sala 1992’yan de ji aliyê entellektuelên weke Apê Mûsa ve hate avakirin û dema Apê Mûsa ev der ava kir, tabelaya me anîn xwarê û bi kuştinê gef lê xwarin. Ji bo vê têkoşînê şehîd hatin dayîn. Lê wan bi hewldana darbeyê ya sala 2016’an ku weke pîroziyekê dîtin, bi awayekî bêeleqe saziya me bi KHK’ê girtin. Ji 3 salan zêdetir e me saziya jinûve weke Komeleya Lêkolînên Kurd ava kir. Ji ber vê yekê zextên li ser me berdewam bikin jî em amade ne ku di rêya têkoşîna zimanê kurdî de tişta ji destê me bê bikin.”

Nifşên nû ala ziman bilind dikin

Alparslan, banga xwedî derketina li ziman û dîrokê li kurdan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke mirov dîroka xwe bizane dê rastiya xwe jî bibîne. Dê rastiya zilma li ser xwe bibîne û dê bi ser xwe ve were. Zimanê me bi rastî jî sedemê hebûna me ye. Heke zimanê me ji holê rabe, em sibê çi bikin bila bikin jî dê nasnameya me kêm bimîne. Ji ber vê yekê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Dê ala têkoşîna ziman di destê nifşê nû de bilind bibe û ciwanên me dê vê yekê bikin.”

STENBOL/MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.