Bi belgeyên dîrokî ‘Pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:21

Rêxistina Çand û Hunerê ya Yane û Siyaçemane ya li Helebceyê merasîmek ji bo nasandina pirtûka “Pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê” lidar xist. Ev pirtûk di arşîvên Brîtanyayê de cih digirit û nexasim balê dibe ser pirsgirêkên di navbera salên 1918-1926’an. Pirtûkji aliyê Profesor Dr. Rencder Mihemed ve hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de gelek belgeyên dîrokî ku bi pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê dadikevin hene.

Cîgirê Rêveberê Zanîngeha Helebceyê û nivîskarê pirtûkê Dr. Rencder Mihemed di derbarê mijarê de axivî û got: “Pirtûka min beşek ji belgeyên ku min dema nivîsandina teza xwe ya doktorayê li Brîtanyayê berhev kiribûn û wergerandibû Kurdî ye. Niha wek pirtûkekê hatiye çapkirin ku ji 538 rûpelan pêk tê. Belgeyên di vê pirtûkê de li Kurdistanê nîne ji ber ku bi fermî hatine tomarkirin û nehatine çapkirin û bi zehmetî peyda dibin. Ev yek jî destkeftiyek girîng e ji bo xwendevanan.”

Dîroka siyasî ya Kurdistanê

Dr. Rencder Mihemed di dewama axaftina xwe de behsa naveroka pirtûkê kir û wiha pê de çû: “Di pirtûkê de beşek ji dîroka siyasî ya Kurdistanê di serdemeke aloz û tijî têkoşîna siyasî û bûyerên taybet ên Başûrê Kurdistanê de tê vegotin û daneyên li ser Kurdistanê hene. Ji aliyê siyasî ve hatine nivîsandin, girîngiyeke wan a taybet heye. Me ji bo xwendevan û lêkolînerên din jî wan bibînin, karek wiha li ser kir. Di nav pirtûkê de belgeyên taybet, raporên hevdîtinan, konferansên hikûmetê, telgraf û nameyên di navbera rayedarên hikûmeta Brîtanyayê de, rojname û destnivîs hene.”

Behsa qonaxeke girîng dike

Rewşenbîrê Hewramî Eyub Rostem di derbarê heman mijarê de axivî û got: “Pirtûka Pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê ya di arşîvên Brîtanyayê yên di navbera salên 1918-1926’an de pirtûkeke hêja ye, ew di çarçoveya xebatên kurdolojiyê de ye. Divê ev belge li ber destê her xwendevanekî hebin. Ji ber ku behsa qonaxeke gelek girîng di dîroka Iraqê de dike ku xewna dewletek Kurdî hatibû binaxkirin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.