Bi awayekî azad li ser dikê

Duşem 16 Çile 2023 - 11:13

Nivîskarê lîstika “Kûçikê Stalîn” Zinar Ataman diyar kir ku şano ji bo zindîhiştina ziman, çand û dîrokê girîng e û got, “Armanca me ya sereke ew e ku em bi awayekî azad li her deverê derkevin pêşberî temaşevanan û hebûna xwe bidin nîşandan.”

Lîstika “Kuçikê Stalîn” ji aliyê Alan Theatre ve hatiye amadekirin. Lîstik dê di 18’ê Çile de li Enqereyê derkeve pêşberî şanohezan. Zinar Ataman nivîskariya lîstikê kiriye û ew bi tena serê xwe dilîze. Zimanê lîstikê Kurmancî ye. Bi çavên kûçikekî ku di sala 1942’yan de li laboratûwarên Pavlov birçî mabû û bi awayekî hovane hat perwerdekirin ku di bin tankên Elman de bê teqandin, behsa çîroka bi hezaran Kurdên ku sala 1937’an ji Kurdistana Sor sirgûnî Asyaya Navîn, Qazaxistan û Qirgizistanê hatin kirin, dike û li gel vê serpêhatiyê jî her wiha lîstik behsa şer û wêrankirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn dike. 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.