Bi albûma “Gêxî” li xwe digere

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 31 Adar 2022 - 22:09

  • Yekemîn albûma solo ya hunermend Alî Dogan Gonultaş “Gêxî” derket. Alî Dogan Gonultaş berê di koma muzîkê ya “Ze Tije” de weke solîst stran digotin.

Yekemîn albûma solo ya hunermend Alî Dogan Gonultaş “Gêxî” derket. Alî Dogan Gonultaş berê di koma muzîkê ya “Ze Tije” de weke solîst stran digotin.

Hunermend Alî Dogan Gonultaş yekemîn albûma xwe ya solo bi navê “Gêxî” derxist. Gonultaş di albûmê de hewl dide bi çavekî ji derve li xwe û çîroka xwe binêre û peywendiya çîrokên berê ya bi çîroka xwe re bi çavekî cuda bibîne. Gonultaş di albûma xwe de hewl dide çîrok û gotina xwe bi zimanekî xwerû bibêje; ew dibêje, “Ji bo dîtinê, hewcehî bi vekolîn, meş û guhdarîkirinê heye.” 

Gonultaş, gotina “Ez li xwe digerim” a Heraklîtos bi bîr dixe û dibêje, “Ez hê jî li xwe digerim.” Û li ser bingehê cih û demê ku tevahiya vê raz û wateyê dihewîne; gotin û dengên li ser demê berhev dike. 

Sê berhemên ewil ên albûmê, weke single hatin weşandin û tevahiya albûmê jî dê di Gulanê de were weşandin. 

Gonultaş, sala 1985’an ji dayik bûye. Di Koma Ze Tijê’yê de dest bi karê muzîka profesyonel kir ku yek ji damezirînerê wê bû. Komê, berhemên xwe bi cureyên Postrock, kolaj û cerebeyan çêdikir. Ji sala 2018’an ve jî hilberîna xwe ya muzîkê bi xebata konsera solo ya “Xo Bi Xo” didomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.