Bêyî rêveberiya xweser ewlehî nabe

Sêşem 23 Çile 2024 - 02:55

Derbarê civîna Astana ya 24-25ˊê Çileyê de ku wê li dar bikeve, siyasetmedar û muxalifa Sûriyeyî Semîra Mubeyid ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku bêyî rêveberiya xweser ne pêkan e krîza Sûriyeyê çareser be û Sûriyeyekê yekgirtî ava be. Semîra Mubeyid destnîşan kir ku pêwîst e Sûriye ji aloziyên li dewletên derdorê bê dûrxistin û got:"Pêwîstî bi pêkanîna guhertineke bingehîn heye, ew jî bi rêya rêveberiyên xweser e ku bibe gava pêşî ya Sûriyeya yekbûyî ya ku dikare êrişan têk bibe, maf û xaka xwe biparêze. Eger ev yek pêk neyê wê rewşa herêmê her tevlihev û ne aram be." Semîra Mubeyid diyar kir ku civînên li Astana û dewletên ku dest li rewşa Sûriyê werdane hiştin krîz kûrtir bibe û got: "Civînên Astana şerê leşkerî yê li Sûriyeyê bi rê ve bir da ku desthilata rejîma Beşar Esed vegere deverên ku piştî şoreşa Sûriyeyê ji dest dane. Vê pêvajoya Astanayê bi giranî xwe spart alozkirina rewşa leşkerî, dorpêç û koçberkirinê ku di encamê de rewş gihîşt rewşa roja îro û tenê beşek ji xaka Sûriyeyê di destê Beşar Esed de maye. Beşên din ên stratejîk ên fireh li bakur û başûrê Sûriyeyê ji dest dan."

Semîra Mubeyid diyar kir ku dewletên ku destekê didin rejîma Beşar Esed hewl didin wê xweseriyê tune bikin û dest deynin ser Sûriyeyê û got: “Gelek dewlet hewl didin rê li ber pêşketina herêmê bigirin, ne tenê dewletên Astanayê, her wiha piraniya rejîmên ku dixwazin di desthilatdariyê de bimînin bêyî ku berjewendiyên gelên herêmê pêk bînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.