Beşî Kotayî Bîrewerîyekanî Bekir Hisên

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 19 Mijdar 2022 - 01:57

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan(151)

Leweda, û leser binaxey “dujminî dujminim dostme” û legel binaxey aydyolocî wek hêzî çep û birwaş be xebatî çekdarî û şoriş, hemû ew hokarane, binaxey peywendiye nêwneteweyiyekanî herdûlaman bû.

Belam aya karîgerî rewtî Maoîzmî Sazmanî Înqîlabî çî bû leser balî çepî kadîranî balî mektebî siyasî? Eweyan pêwîstî heye be runkirdnewe:

Her le seretay şorişî (ewey be şorişî Eylûl basî lêdekrêt), giriftêkî fîkrî tûşî kadîranî partî bûbû, derbarey helwêstî dewletî Sovêt (wek raberî blokî soşyalîstî û komonîstî cîhan) ke debû be gwêrey bîrubawer û aydîolociya piştîwanî gelî Kurd û mafekanî bûnaye, belam le siyasetî waqî'yanda, ewan dostî rijêmî 'Êraqî bûn û yarmetîyan dedan û hemû ew tank û teyaraney Kurdistanyan wêran dekird Rûsî bûn. 

Êmey rewtî çepî partîş, çaweruwanî helwêstî mebdeyî rast bûyn le Sovêt be gwêrî bîrubawerî Marksî û Lênînî, belam helwêstî heleman debînî, boye demanzanî helwêstî Sovêt hele ye û nabê komînîzm wabê, belam hîç pênaseman nebû boyan, katêk Sazmanî Înqîlabî aşnayan kirdîn be helwêstî Çînyekan le dûberekî Maoîzm dijî hêlî Sovêt û agadariyan kirdîn le pênasey (tehrîfiyet) rêvîjînîzmyan kird bo xetî Sovêt, ewe bo ême aşkirakirdinî metelêk bû ke ême pêwîstman pêy bû, gutman ke wate derkewit girift le Marksîzm û Lênînîzim da nye, girift tehrîfiyet û ladanî Sovête le rêbazî rast, ewe way kird, Maoîzm pencereyekî kirawe bêt le katêkda derga Sovêtiyeke daxiraw bû.

Le encamî ew têkelbûn û lêkolînewe siyasiyane da, le nêwan ême u kadîranî Sazmanî Înqîlabî, hemû rexnekan le rêbazî Sovêt lay ême be asanî pesend dekra, çunke helwêstî berjewendîxwazî Sovêt zor aşkira bû.

Cige le wey serzeniştî Çînyekan bo tehrîfiyetî Sovêtî, pirdêkî aydîolocî durust kirdbû le nêwanman da, xalêkî tirîş mayey serinc rakêşanman bû, ewîş ezmûnî ciyawazî şorişî partî komonîstî Çînî û Mawî le ezmûnî şorişî Oktobrî Sovêtî, leweda ke hî Sovêtî le şare gewrekanewe helgîrsa û duwatir ladêkan rizgar kira, belam hî Çînî pêçewaney ewe bû, şorişêk bû le ladêkanewe helgîrsa û duwatir şarekan rizgar kiran. Binkey şorişgêrî le ladyewe serî heldabû. Leweda şorişî Kurdî nizîktir u guncawtir bû le modêlî Çînî. Boye zor be germiyewe hewlî têgeyiştin û fêrbûn bûyn le modêlî Çînî û şêwazî damezrandinî binkey şorişgêrî ladê û şerî partîzanî.

Lew serdubendeda, ewey ême agadarî nebûyn û beserman da têperî (be dilniyayiyewe, be heman şêweş bo kadîranî Sazmanî Înqîlabîş her wabwe), ewîş têgeyiştinî hele, derbarey karesatî têrorî aydîolocî û dujminayetî azadî û sitemkarî modêlî Maoîzm le şorişî ferhengyekeyan le 1966 be duwawe, ke leweda hemûman, leber dûrî û nebûnî serçawey way lay ême bawerpêkiraw bin, ziyatir kewtîne jêr karîgerî rageyandin û propagendey mêdyay fermî Çînyekan bo cîhanî derewe.
Serçaweyekî ew zanyarye fermiye firîwderaney degeyişte ême govarî (Alsyn almusewre – wate Çîn le wênekanda), ke bo cîhanî 'Erebî dehênraye berhem û ême le Bexdad destman dekewt.
Le duway rêkewtinnamey Azarî salî 1970´î rijêmî Sedam Hiseyn û Mela Mistefa, û belênî hukmî zatî (otonomî) helumercî Kurdistan û nawçeke gora û hîzbekey ême ewey be firset zanî bo hewlî aştbûnewey malî Kurdî û nehêştinî her biyanûyek bo şerî nawxo, amadekarî bo hemû şitêk le pênawî çespandinî ew deskewte giringe û, hewlî nehêştinî her kosp û tegereyek ke bikrête biyanûy paşgezbûnewey her layenêk, boye yekser pîrozbayî kira le Mela Mistefa û le rijêmî 'Êraqîş kira û be encamî ew helwêste u helwêstî hawşêwe le layen Mela Mistefawe, çend şandî peywendî û hewlî aştiyane geyişte encamî rêkewtin û yekgirtnewey her dû balekey hîzb belam be mercî helî hîzbekey ême u têkelbûnewey rêkxistnekan û komîtekan be rêjey yek le ême û dû lewan. Wate sê yek.
Leber ew hel u merce nwê ye le layek baregakanî ême neman û pêwîst wabû ke peywendyekanî ême u Sazmanî Înqîlabîş kotayî bêt. Sebaret bewey ke ew grûpey ême dûsalêk debû xerîkî elqe roşinbîryekan û baskirdin bûyn le modêlêkî tirî şoriş û corêkî tirî serkirdayetî û zorîş le jêr karîgerî modêlî Çînîda bûyn hel u merceke hander bû bo ewe û, helî hîzb û rêkewtin legel Mela Mistefa, kemtir be xesaret hisab kirêt û bigre başî û erênî ewey têda bibînrêt, ke nemanî hîzbe konekeman, rê çol kirdin bêt bo bedîlêkî baştirî paşeroj, wek damezrandinî hîzb û rêkxirawî tukmetir û bo xebatî mîleteke, ke guncawtir bêt bo serdemekeş.
Sereray hemû ewane, egerçî min le rîzî pêşewey kadîre marksiyekanî ew serdeme bûm, û zor lam baş bû ke ême ziyatir xerîkî fêrbûn û lêkolînewe bîn û çawdêrî bar u doxeke bikeyn û belam pele nekeyn le damezrandinî hîzb û rêkxirawêkî Marksî Lênînî (legel fîkrî Mao, ke lew serdemeda, eweşî xirabûwe ser), ewendey bîrm bêt, helwêstî kak Newşîrwanîş her wabû, belam jimareyekî tirî kadîranî gencî heman rêbaz û le jêr karîgerî şêwazî bîrkirdnewe u aydîlociyay kadîranî Sazmanî Înqîlabî  wayan lêkdayewe ke îtir serdemî elqe roşinbîryekan  karî xoy kirdûwe u geyiştote ew astey rêkxirawêkî Marksî Lênînî damezrênrêt, ewan destipêşkeryan kird bo damezrandinî (komele). Boye min û kak Newşîrwan, hîçman le damezrêneranî (Komeley Marksî Lênînî û fîkrî Mao) nebûyn, belkû maweyekî zor duway damezrandin, êmeş têkelî bûyn, çunke le gorepane siyasyekey ew zemane ewe nizîktirîn bû le birway siyasîman, cige leweş hemwan leser ewe kok bûn ke rêkxiraweke nihênî bêt û erkî serekî fêrbûn û perwerdekirdin bêt, be taybetîş bo ewey nekewête helwêstî dujiminayetî Mela Mistefa u partiye yekgirtweke u layengranyan û her weha rijêmî 'Êraqîş.

-Aya pêtan waye xo bext kirdnî rêkxirawêk be şêweyekî awa berbilaw bo xizmet be dozî Kurd dekrê, bibête sermeşq bo helumercî êstaş.

Nexêr, ew modêlî xebat û kare siyasyane, katî xoşî girift û kemûkûrî xoyan hebûwe, û be pêçewanewe êsta pêwîstî zor heye, bo lêkolîneweyekî mewzu'î û rexnegrane, bo hemû mêjûy raburdû, wek sereta be labirdnî hemû pîrozyekan, le pêdaçûnewey hemû rêbazekan û hemû kesayetî û serkirdekan û raberan û hemû kemûkurî û xale lawazekan da.

Helumercî êstay hemû cîhan û nawçeke û Kurdistanîş zor ciyawaze û pêwîstman heye be serdemêkî rênesansî nwê. Serdemî duruşm û xewne îtopiyayiye romanisyekanî Kurdayetyekî sakar û sozî nîştîmanî herzekarane, beserçûwe. Nirxekanî zor giran kewtûn, berdewam le şikistêkewe mîletî birdûwe berew şikistêkî tir û hendêk carîş berew dorandinî malwêranker, wek ezmûnî deselatî Kurdî Başûr.

Boye êsta pêwîste serdemî pêdaçûnewe, xeberbûnewe û amadekarî bêt bo rênesansêkî nwêy kurdî (le rastîda cîhanîş).

Dirêjey heye....

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.