Bêserûber êriş dike

Duşem 25 Cotmeh 2021 - 23:00

  • Dewleta Tirk a dagirker doh êriş bire ser Şehba û Til Temirê. Balefireke bê mirov jî hêzên hikûmeta Şamê li Şehbayê bombe kirin.

Dewleta Tirk a dagirker doh êriş bire ser Şehba û Til Temirê. Balefireke bê mirov jî hêzên hikûmeta Şamê li Şehbayê bombe kirin.

Doh piştî nîvrojê artêşa Tirk a dagirker, gundekî kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin. Li gorî agahiyên ANHA´yê, artêşa Tirk a dagirker gundê Zêwaniyê yê kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker doh navrojê jî gundê Til Şenan ê Asûriyan ê li rojhilatê navçeya Til Temirê careke din topbaran kir.

Nûçegihanên ANHA´yê dan zanîn ku gund bi dijwarî û bê ser û ber hatiye topbarankirin. Ji ber wê jî zirar mal û milkên welatiyan bûye.

Li aliyê din doh sibehê balafireke bê mirov derdora baregeheke hikûmeta Şamê li bajarê Til Rifetê yê Şehbayê bombebaran kir. Li gorî agahiyan, balafira bê mirov, derdora girê Til Rifetê ya nêzî baregeheke hêzên hikûmeta Şamê bombebaran kiriye. Lê encamê bombebaranê nehat zanîn. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.