Berxwedanê geş bikin

Sêşem 13 Sibat 2024 - 02:45

  • Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û bang li herkesê kir ku li her qadê berxwedan bê geş kirin, azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bê misoger kirin.

Koordînasyona PAJK’ê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komplo bi pîlanên nû tê meşandin û îşaret bi êrişên dagirkeriyê hate kirin. PAJK’ê ji bo hilweşandina bendên faşîzmê banga rêxistinbûnê kir û got:’’Rêya vê yekê ew e ku li dijî pîlana qirkirinê li her qadê berxwedan bê geşkirin û azadiya fizîkî ya Rêber APO bê misoger kirin.’’ Di dewama daxuyaniya PAJK’ê de wiha tê gotin:’’Jin, gel li dijî komploya 15’ê Sibat’ê her tim di nav têkoşînê de ne, azadiya Rêber APO dikin hinceta jiyana xwe û weke îradeya xwe diparêzin. Pergala tecrîta Îmralî pîlana herî xeternak a li ser Rêber APO ye. Di van 35 mehên dawî de ji Rêber APO ti agahî negirtin, pêwendî nedanîn, tê wateya ku ewlehî û tendirûstiya Rêber APO di xeteriyê de ye. Rejîma faşîst a AKP û saziyên rayedar yê navnetewî hewil didin pergala tecrîta mutleq rewa bikin, ev jî dide xuya kirin ku komplo gihîştiye merheleyek krîtîk.

Li ser Kurdan teslîmiyetê ferz dikin

Rejîma faşîst a AKP, îmha û teslîmiyetê li ser gelê Kurd ferz dike. Desthilatiya Erdoxan a faşîst ku polîtîkaya xwe ya Rojhilatanavîn û ya derve li ser stratejiya leşkerî dide razandin, serîde Iraq, Îran hewil dide dewletên heremê jî bi awayek çalak beşdarî plana xwe ya xwîndar bike û şer li herêmê berbelav bike. Desthilatiya faşîst a Erdoxan ku jendermetî û temsîla hêzên komploger ên navnetewî dike û hevkarê wî KDP, di 25’emîn salvegera komployê de li pey pêkanîna planên nû yê îmhayê ne. Armanca xwe ya bi awayê leşkerî tesfiyekirina tevgera PKK û Kurdê azad binpêkirin, di bingeha stratejiya îmhayê de dimeşîne, di daxwaza di warê siyasî-leşkerî de hebûna Kurdan di qirkirinê re derbas kirin û bê asteng li ser Rojhilata Navîn serwer bibin. 

Bi xurtî tevlî meşa 17’ê Sibatê bibin

Rêber APO bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî, wê ev plan û stratejiyên qirêj bê bandor bimînin. Heya ku pergala Îmralî ji holê neyê rakirin, Tirkiye bi qasî serê derziyê pêş de naçe. Di vê wateyê de jin, ciwan, temamê civakê, pêwîste bendên faşîzmê yek bi yek hilweşînin û têkoşînê bilind bikin. Jin, bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê ve’ beşdarî hemleyê dibin. Dema ku hemle bi pêşengtiya jinan di xeta JIN JIYAN AZADÎ de veguhere serhildanên civakî, wê her cûre planên komploger bêbandor bimînin. Li Ewrupa û heremên din yên cîhanê jî, piralî meşandina têkoşînê esas e. Ya ku wê plana qirkirina komploger têk bibe, berxwedan û serhildanên gel yên dîrokî ne. Serî de jin, em bang li hemû ciwanên Kurdistan û herkesê dikin ku erkên xwe yên şoreşê bibandor bimeşînin û bi awayek bihêz beşdarî meşa mezin ya 17’ê Sibat’ê ku wê li Koln’ê bê kirin, bibin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.