Berxwedan vê carê cuda ye

În 8 Tîrmeh 2022 - 22:36

  • Cihgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser: Da ku gel ji êrişên muhtemel re amade be, me bûdceya 2022’yan xist xizmeta amadekariyên bersivandina şerekî êrişê. Yanî heger êriş werin kirin wê pêwîstiya me bi madeyên tibî û jiyanî hebe.

EHMED SEMÎR - CÎHAN BÎLGÎN / ANHA/HESEKÊ

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Hezîranê de li hemberî êrişên muhtemel li ser herêmê û ji bo amadekariyên rizgarkirina herêmên dagirkirî, rewşa awarte li herêmê ragihand.

Cihgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hesen Koçer biryara rewşa awarte û bûyerên li herêmê nirxandin.

Koçer got, bûdçeya 2022'yan ji bo bersivandina êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê hatiye veqetandin û bang li hikûmeta Şamê kir da ku xetera Tirkiyê nas bike.

Hesen Koçer wekî din Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê hişyar kir û got,  "Heger Tirkiyê êrişî me bike û her kes bêdeng be, wê berpiryartiya me li hemberî DAIŞ`ê nemîne. Çi dikin bila bikin, em ne berpirsyar in.''

Em neçar in amade bin

Hesen Koçer diyar kir ku biryara rewşa awarte piştî zêdebûna tevgerên leşkerî û dîplomasiyê yên Tirkiyê ji derdora mehekê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn û got, "Ev biryar ji bo amadekariyên baş ji şerê muhtemel re ye ku Rêveberiya Xweser bi saziyên xwe yên aborî, şaredarî û tenduristiyê amadekariyên nû bike da ku li hemberî van êrişan bisekine û wan têk bibe.”

Koçer got, "Hewldanên dîplomatîk ên xurt bi hêzên cûda re hene da ku ev gef werin rawestandin. Ji ber ku şer bi xwe re wêranî û xirabiyê tîne. Em ê heta dawiyê têbikoşin da ku ev şer çênebe."

Koçer got, lihevkirinên navneteweyî yên qirêj ên li ser hesabê gelê Sûriyê hatine kirine: "Hêzên herêmê li hev dikin, ji ber vê yekê em mecbûr in li gorî rewşa heyî xwe bi rêxistin bikin da ku ji her êrişê re amade bin. Tecrûbeyên me yên berê hene. Me dît çawa ku Tirkiyê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi gelek hêzan re li hev kir û êrişî herêmên me kir. Ev hêz bi xwe dibêjin, ji ber berjewendiyên xwe ew nikarin şerê Tirkiyê bikin."

Ji bo xurtkirina xweparastinê

Koçer îşaret pê kir ku wekî Rêveberiya Xweser û gelê herêmê ji bo xurtkirina sîstema parastinê wan rewşa awarte ragihandine û wiha axivî: "Biryara rewşa awarte hatiye ragihandin ne ji bo ku gel bitirse. Lê da ku gel ji êrişên muhtemel re amade be. Me bûdceya 2022'an xist xizmeta amadekariyên bersivandina şerekî êrişê. Yanî heger êriş werin kirin wê pêwîstiya me bi madeyên tibî û jiyanî hebe.”

Hesen Koçer bang li şêniyan kir ku ji hemû îhtîmalan re amade bin: Divê gelê me ji rewşên kambaxtir re amade be. Tirkiyê di aliyê dîplomasî û siyasî de tawîzan dide Rûsya, Emerîka û Îranê û tevgera xwe ya siyasî û dîplomatîk zêde kiriye, giraniya êrişên xwe daye Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha di mijara tevlêbûna Swêd û Fînlandiyayê nava NATO'yê de bendeke pêwîst hebû, li gorî wê 'heger ku qadê li ber êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê venekin, em ê derfetê li pêşiya tevlêbûna herdu dewletan a NATO'yê venekin'.  Ev Tirkiyê ye ji bo şer, şikandina vîna gelê herêmê, di serî de qirkirina gelê Kurd wisa dike."

Hesen Koçer got, “Li hemberî êrişan em xwe bi rêxistin û amade dikin. Her endamekî Rêveberiya Xweser divê di nav gel de be. Yan em ê şer bikin yan em ê bên qirkirin. Tirkiyê biryara qirkirina me daye. Vê carê wê berxwedan cuda be. Ji ber ku amadekarî û tevgera berxwedanê ya hêzên leşkerî vê carê ne ji rêzê ye.”

Sûrî wê parçe bibe

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer têkildarî helwêsta hikûmeta Şamê jî got, "Me berê gelek caran ji hikûmeta Şamê re got, ji bo mijarên Minbic, Kobanê û parastina sînor gelek nîqaş bi hikûmeta Şamê re hene.  Hikûmeta Şamê hin mijar erê kirin. Lê ev ji bo parastina serweriya Sûriyê û xaka Sûriyê têrê nakin. 

Divê hikûmeta Sûriyê zanibe, heger Tirkiyê êriş bike wê Sûriyê parçe bike. Di pratîkê de parçebûye. Divê vê rastiyê zanibe ku Efrîn, Cerablus û Idlibê ji aliyê Tirkiyê ve hatine parçekirin, pere û zimanê Tirkî, walî û sîstema hînbûnê ya Tirkiyê lê hatine ferzkirin. Çete alavên di destê Tirkiyê de ne. Me gelek caran bang li Şamê kir heger ku di parastina serweriya xaka Sûriyê de cidî be, were em bi hev re van herêman biparêzin. Pirsgirêka Tirkiyê ne dagirkerkirina herêmekê an du herêman e, lê armanca wê Mîsaqî Millî ye. Her kes armancên Tirkiyê dizanin. Dixwaze herêmên din dagir bike. Heger Til Rifetê dagir bike wê Heleb bikeve, wê çi ji Helebê bimîne. Heger êriş werin kirin, nabe em qala serweriya Sûriyê bikin. Divê em nebêjin, em ê xwe ji van êrişan biparêzin. Lê belê divê herêmên dagirkirî jî werin rizgarkirin. Heger neyên rizgarkirin wê Sûriyê parçekirî bimîne.”

Koçer lihevkirina bi hikûmeta Şamê re bi bîr xist û got: "Lihevkirina di navbera me hikûmeta Sûriyê de li ser parastina sînor Kobanê û Minbicê ye, da ku bi hev re şerê dagirkeriya Tirk bikin heger êrişî herêmê bike. Di vê mijarê de helwesteke erênî heye, em dixwazin ev helwêsta siyasî vegere da ku karibin doza xwe bi rêbazên siyasî çareser bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.