Berxwedan ji her çekê mezintir e
Çarşem 2 Mijdar 2022 - 00:38
- QSD: Parastina Kobanê parastina mirovî û şoreşa jinan bû ya ku ji herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û ji jinên tevahî cîhanê re bû îlham û rewşa gelekan guhert. Berxwedana Kobanê li herêmê û cîhanê bû nirxekî mayînde.
QSDʹê 1ʹê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê pîroz kir û got, "Îradeya jiyan û berxwedanê ya li gel şervanên me ji her cûre çek, komplo û desteka herêmî ya ji bo DAIŞʹê mezintir bû.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê daxuyaniyek da. QSDʹê got: “Careke din em soz didin ku em ê herêmên xwe, di serî de Kobanê ji hemû gefan, çi DAIŞ be çi jî alîgirên wê, biparêzin."
QSD´ got, “Bêguman sekna bêhempa û berdêlên giranbuha berê û niha jî ji bo şervanên me rêgeza li hemberî şer û bermahiyên wê ye. Lê îradeya jiyan û berxwedanê ya li gel şervanên me ji her çek, komplo û desteka herêmî ya ji bo DAIŞʹê mezintir bû. Ji ber vê yekê çalakiyên fedaî yên ji çalakiyên berxwedana Serzorî dest pê kir, çalakiyên fedaî yên şehîd Rêvana û Arîn Mîrkan, heta çalakiyên fedaî yên hevalên me Avesta Xabûr li Efrînê û hevala me Berxwedan Amed li Girê Spî, her wiha bi dehan mîna van çalakiyan ên hevalên me dubare bûn. Wêrekiya şervanên me peyama gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahî gel û dewletên cîhanê bû.
Parastina Kobanê parastina mirovî û şoreşa jinan bû ya ku ji herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û ji jinên tevahî cîhanê re bû îlham û rewşa gelekan guhert. Berxwedana Kobanê li herêmê û cîhanê bû nirxekî mayînde.
Hîna jî gef tên xwarin
Piştî 8 salan di ser ragihandina Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê, hîna gef li herêmê tên xwarin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker gefên êrişeke nû ya dagirkirinê dixwe. Tolhildana binkeftina DAIŞʹê cewherê gef û êrişên Tirkiyê ye. Ji vir, em careke din bang li gelên cîhanê û dewletên wê dikin ku mîna beriya 8 salan bi şehîdên me re wefadar bin. Em bang dikin ku careke din wefedar bin û zextê li civata navneteweyî bikin da ku êrişên Tirkiyê rawestînin, nehêlin zihniyeta çeteyên Tirkiyê derfetê bidin DAIŞ ku ji nûve xwe zindî bike û êrişî herêmê bike û careke din li ser ewlehî û aştiya cîhanê xetereyê çêke.
Li ser vî esasî careke din em kedên bêhempa yên gelên cîhanê yên li beramberî berxwedana me ya li hemberî teror û dagirkeriyê silav dikin û teqez dikin ku ew ked qet nayê jibîrkirin. Careke din em soz dikin ku em ê herêmên xwe, di serî de Kobanê ji her gefan, çi DAIŞ be çi jî alîgirên wê biparêzin.”
Şoreşê tenê nehêlin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê malavahiya gelên cîhanê yên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker piştgirî dan berxwedana Kobanê kir û banga domandina piştgiriya berxwedanê kir.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê jî bi daxuyaniyekê got, berxwedana Kobanê ji bo berxwedêrên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê û dê heta avakirina civak û sîstemeke demokratîk wek mînak bimîne.
Şervanên înternasyonalîst ên YPG û YPJ`ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku berxwedana Kobanê ji bo şoreşgeran li cîhanê bû jêdera îlhamê. Wan her wiha banga xwedîderketina li Kobanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN