- Li Hanauyê di êrişa nijadperest a 19´ê Sibata 2020´an de 9 kesan canê xwe ji dest dabû. Ji ber ku lêpirsîn niha bi temamî hat bi dawî kirin, nexasim jî malbat gelekî nerazî ne.
Li Hanauyê di êrişa nijadperest a 19´ê Sibata 2020´an de 9 kesan canê xwe ji dest dabû. Ji ber ku lêpirsîn niha bi temamî hat bi dawî kirin, nexasim jî malbat gelekî nerazî ne. Dayika Ferhab Unvar ê ku di êrişê de canê xwe ji dest da, Serpîl Temiz Unvar got, “Bê cezahiştin ji bo êrişên nijadperest dibe zemîn.” Dayika Sedat Gurbuz ê di heman êrişê de canê xwe ji dest da Ermîş Gurbuz jî got, “Divê şaşî bên dîtin û berpirsiyariya siyasî bê qebûlkirin.
Dozgeriya Federal a Elmanyayê (GBA) pêr bi îdîaya ku kesên alîkarî dane êrişkarê, êrişa nijadperest a 19´ê Sibata 2020´an a li hanauyê, ti delîl derbarê wan de nehatine dîtin, û lêpirsîn bbi dawî kir.
Înîsiyatî 19´ê Sibatê ya Hanauyê li ser bê got, “Beriya şeva êrişê, wê şevê û piştî wê gunehbariyên me yên li dijî polês û saziyên fermî hene. GBA´yê pirsên me û rêxeneyên me nedîtine. Nexasim destûra sîlehdayîna kujer, nemumkinbûna xwe gihandina hejmara ghewarê ya polês, serdegirtina dereng a mala kujer ji van pirsan in. Wekî din elaqedarî polêsên rastgir ên tundraw û rola wan di komkujiyê de, êdî hikûmeta eyaleta Hessenê berpirsiyar e û divê vê zelal bike.”
Divê bêceza nemîne
Serpil Temiz Unvar jî got, “Divê belavkirina îdeolojiya rastgiriya tundraw bê ceza nemîne. Bê cezahiştin dibe zemînê bêhtir êrişên nijadperest ên neyên zelalkirin.”
Komîsyona lêpirsîna li ser mijarê ya li parlamena Hesenê li dayika Sedat Gurbuz ê di êrişê de canê xwe ji destdayî, Ermiş Gurbuz guhdarî kir. Wê got, ti meqamê fermî xwe nedaye ber berpirsiyariyê û wiha dewam kir: “Divê şaşiyan bibînin, berpirsiyariya siyasî bê qebûl
HANAU