Bernameya meha Kanûnê a Şanoya Bajêr a Amedê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 2 Çile 2022 - 22:06

  • Şanoya Bajar a Amedê, di Çile de wê bi lîstikên “Hinek Henek”, “Tenê Ez”, “Mem û Zîn” û “Tartuffe” derkeve pêşberî şanohezan. 

Şanoya Bajar a Amedê, di Çile de wê bi lîstikên “Hinek Henek”, “Tenê Ez”, “Mem û Zîn” û “Tartuffe” derkeve pêşberî şanohezan. 

Li gorî bernameya wê ya Çile, lîstik wê saet di 19.00’an de werin nîşandan. 7’ê Çile lîstika “Hinek Henek” bi derhêneriya Nazmî Kahraman tê nîşandan. “Hinek Henek” wê 21 û 22’yê Çileyê de jî dîsa were lîstin. 

Şano 8’ê Mehê bi lîstika “Tartuffe” bi derhêneriya Ruknettîn Gun bernameya xwe didomîne. 

Hunermend Nazim Taşdogan jî 9’ê Çile saet di navbera 17.00 û 19.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê konserekê dide. 

Şanoya Bajêr a Amedê, 14 û 15’ê Çile mêvandariya lîstika “Tenê Ez” a Teatra Jiyana Nû dike. Ew 28-29’ê Çile jî mêvandariya lîstika “Mem û Zîn” a bi derhêneriya Mîrza Metîn dike.  

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.