Berlînaleya Kurdî dest pê dike

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 11 Cotmeh 2021 - 01:37

  • Li Berlînê piştî navbereke dijîtal Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê li holên sînemayê vedigere. Li holên sê sînemayên Berlînê 40 film tên nîşandan û ji bilî wê bernameyeke taybet a ji bo zarokan heye.

MUHAMMED KAYA / BERLÎN

Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê a 11’an di navbera 14 û 20’ê Cotmehê de wê 40 filman bibe ber temaşevanên Berlînî. Amadekar îsal li zarokan jî fikirî ne. Wê bernameyek taybet a ji bo zarokan jî hebe li ser sê sînemayên Berlînê yên di bernameya festîvalê de. 

Li paytexta Elmanyayê Berlînê ji sala 2002’yan ve yek ji festîvalên herî mezin ên filmên Kurdî ên Ewrûpayê tê organîzekirin. Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê (Das Kurdische Filmfestival Berlin) par ji ber tevdîrên li dijî şewba Covid-19´ê dîjîtal bi rê ve çûbû. Lê filmên festîvalê wê îsal li holên sê sînemayên cihê bên nîşandan. Koordînatorê giştî yê festîvalê Roj Haco got, “kela canê wan pirr rabûye û pirr bexwetewer” in ku karin dîsa bi temaşevanan re bên cem hev.

Koordînatora medyaya dîjîtal û danasînê ya festîvalê, derhêner Viyan Toubal jî dibêje, “Em bextewer in ji ber ku Covid-19´ê kir ku em salekê hev nebînin û niha em festîvala xwe pêk tînin”.  

Fokus Başûr e

Berê awirên festîvalê her sal li ser mijareke diyar in. Îsal berê awirên festîvalê li ser Başûrê Kurdistanê ye, çawa par li ser Bakur û pêrar li ser Rojava bû. Roj Haco dibêje, “ji bo festîvalê xisûseke din a muhim jî ew e ku derhênerên ji Kurdistanê li Berlînê bîne cem hev. Grirîng e ku li Berlînê filmên xwe nîşan bidin.’’

Ji bo zarokan bernameyeke cihê

Roj Haco li ser bernameya îsal agahiyan dide û dibêje, “Em ê bêhtirî 40 filman nîşan bidin. Kurtefilm, filmên metrajdirêj û belgefilm wê hebin. Wekî din ji bo zarokan jî bernameyeke me ya cihê wê hebe. Filmên di bernameya festîvalê de wê li sê sînemayên li Berlînê bên nîşan dan û ev sînema jî Movimento, Babylon û FSK ne.”

Viyan Toubal jî balê dibe ser bernameya taybet bi zarokan û dibêje, “Ji bo amadekirina bernameya zarokan em bi Yekîtiya Dêûbavên Kurd (Yekmal e.V.) re kar dikin. Ez dikarim bibêjim bername wê gelekî delemend be”.

Kîjan film tên nîşan dan?

Hinek ji filmên beşdarî Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê ya 11’an dibin ev in: 

- 58 Rojan; Filmek e ku em dikarin jê re bibêjin rojnivîseke ji bo Berxwedana Serdemê ya Efrînê ye. Derhêner Gona Main ev berxwedan û hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk bi awayekî belgefilm hazir kiriye. 

- Filma derhêner Hiner Saleem, Après la Chute (Piştî ketinê) li ser rojên dawî yên rejîma Sedam Huseyn û şahiyeke Azad ê li Berlînê mişext e. 

- Di filma Barking for Life (Ewtîna ji bo jiyanê) de derhîner Kardina Hemn, behsa serpêhatiya Memê 9 salî dike.

Piştî ku bavê wî dimire, dayika wî bi zilmekî din re dizewice û dike ku Mem êdî bibe kîsekî devgirtî. Kûçikekî bêxwedî jê re dibe dostê tekane. Sagkuşê li heman gundî bawer dike ku kûçikên bê xwedî bêyom in. Film behsa wê dike ka Mem kûçikê xwe çawa ji Sagkuşî xilas bike. 

- Bad People, Bad News (Mirovên xirab, nûçeyên xirab); hunermend Cemile Şahin bi filma xwe behsa 3 jinan dike ku li Berlînê li otelekê piştî mirina Sedam Huseyn her sal tên cem hev.

- Okul Tıraşı (Porrkurkirina ji bo mektebe); Xwendekarên Kurd ên dibistanê Yûsiv û Memo bi derhîneriya Ferit Karahan behsa felaketên li dibistanên qişleyî yên Tirkan tên serê xwendekarên Kurd dike. Film li Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 58’an hêjayî xelata filma herî baş hat dîtin.

- Brîndarim; filma derhêner Orkan Bayram behsa Aram û Mihemed dike ku li Hewlêra dewlemend kaxet û kartonan berhev dikin. Bavê wan gava bi eskerên Emerîkî re kar dike, ji lingê xwe birîndar dibe û zarok neçar dimînin ji bo debara malê kar bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.