Berlîn li hêviya filmên Kurdî ye

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Hezîran 2022 - 05:24

  • Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê îsal di navbera 13 û 19’ê Cotmehê de tê lidarxistin.

Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê ji bo cara 12’an wê bê lidarxistin, ji bo wê jî haziriyên xwe dike. Festîvalê bi afîşa xwe ya nû ya îsal da xuyakirin ku wan malpera xwe ji bo miracaetên filman vekiriye û niha kesên bixwazin dikarin bi filmên xwe miracaetî festîvalê bikin. 

Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê îsal di navbera 13 û 19’ê Cotmehê de tê lidarxistin. Festîvalê fokusa xwe ya îsal jî weke “Rojava” diyar kiriye û dê berê xwe bide Rojava. Ji bo miracaetên filman heta 15’ê Tebaxê wext heye.

Şert û mercên festîvalê wiha ne;

- Berhemên di sala 2021 û 2022’an de hatine hilberandin.

- Divê film ji 25 deqîqeyî dirêjtir nebin.

- Çîrokên bi nihêrîna Kurdan hatine vegotin yan jî çîrokên rasterast li ser Kurdan.

- Divê film li van festîvalan nehatibin nîşandan û xelat wernegiritibin ; Cannes, Berlinale, Venice, Locarno, Karlovy vary, San Sebastian.

- Li dawiya festîvalê, juriyeke azad wê biryarê li ser sê filman bide û xelatê bide van filmên hatine neqandin.

- Bihayê ji bo miracaeta filman 5 euro ye û li ser malpera film freeway mirov dikarin xwe bigihînin me.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.