Bêrîvan mûcîzeyek bû

Nûçeyên Dosye

Şemî 16 Çile 2021 - 05:30

  • Xanê Agal: Bîreweriya wê zêde bû û di dawiyê de weke Bêrîvaneke biryardar derkete pêşiya me. Darîçav wê piştî meşa Hannover-Bonnê ya sala 1984´an biryara tevlîbûna nava refên tevgerê dabû.

MURAT MANG
BIELEFELD

Binevş Agal yan jî bi navê wê bijartî, Bêrîvan ji bo welatê xwe Kurdistanê têkoşiya û di oxira wî de 16´ê Çileyê 1989´an bi berxwedanê şehîd bû. Ew sala 1966´an li Kurdistanê hatiye dinê. Ev keça ji malbateke Êzîdî, hîna 15 salî bi malbata xwe re koçberî Elmanyayê dibe. Ew ji 6 xwişk û birayan a 4´an e. Gava ku Rêber Abdullah Ocalan ew terîf kir, got, "Çawa li çiyê hat, welê jî li gel hat." Nexasim jî ji nava civaka Êzîdî tevlîbûna nav refên gerîla ya jineke ciwan, weke şoreşekê bû. Wê ji Elmanyayê berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê. Di salvegera 32´yan a şehadeta wê de em bi xanga wê Xanê Agal re peyivîn.

Bêrîvan gava tevlî nav refên PKK´ê bû, ev weke şoreşekê bû di nava civaka Êzîdî de. Îro bi hezaran jin li ser rêya wê ne. Wê çawa tesîr li jinên Êzîdî kir?

Gava Bêrîvan tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bû, ji bo civaka Êzîdî rûpelekî dîrokî vebû. Ew pirek bû. Tevî ku civaka Êzîdî nûneriya koka Kurdan dike, ji vê rewşa xwe dûr bû.  Tevgera Azadiyê ji bo ku ev girêdan ji nû ve çêbe, zemînek danî. Gava Bêrîvan bi Tevgera Azadiyê re xwe nas kir û hişyar bû, bi cewherê xwe re bû yek. Ev yekbûna wê ji bo civaka Êzîdî jî bû wesîle. Civaka Kurd jî dûrî civaka Êzîdî bû. Yanî herdu alî jî dûrî hev bûbûn, hev du nas nedikirin. Bêrîvan di nava jinên Êzîdî tenê de bû pêşeng, wê di heman demê de kir ku rastiyên di nava her du civaka de jî derkevin holê. 
 
Tê bîra te Bêrîvan çawa tevlî nav refan Tevgera Azadiyê bû? Sedemên sereke çi bûn?

Bêrîvanê Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşî li bajarê Elmanyayê Celle nas kir. Ez carinan difikirim, dibêjim qey mûcîzeyek çêbûbû. Jineke welê ciwan, perwerdeya xwe nebiriye serî, li gund mezin bûye û bi carekê hatiye Ewrûpayê. Bi vî halê xwe wê li Ewrûpayê felsefeya Ocalan nas kir. Bi lez kete ser rêya heqîqetê û meşiya.

Dilsoziya wê dest pê kir. Tevlîbûna wê ya nav refên tevgerê, welê bi carekê nebû. Wê Tevgera Azadiyê ya Kurd li her warê jiyanî dît. Hêdî hêdî, gav bi gav biryar da. Bi her gavê re wê biryarek dida. Piştî ku xwe nas kir, piştî ku şoreş nas kir, heqîqet dît. Ew fedakar bû. Roj bi roj fikra wê xurt, hûr û kûr bû. Bîreweriya wê zêde bû û di dawiyê de weke Bêrîvaneke biryardar derkete pêşiya me. Darîçav wê piştî meşa Hannover-Bonnê ya sala 1984´an biryara tevlîbûna nava refên tevgerê dabû.

Binevş Agal çawa veguherî Bêrîvanê?

Binevş navekî ji çanda Kurdistanê ye. Binevş dilsozê çanda xwe bû û miroveke paqij bû. Binevşeke xwediyê van xisletan, gava Tevgera Azadiyê nas kir, veguherî Bêrîvanê. Yanî şexsiyeta Binevşê, Bêrîvan afirand. Wê ti carî bi germî li çanda Ewrûpayê nenihêrî. Ew timî dilsozê çanda Kurdistanê bû. Çanda Binevşê bi Tevgera Azadiyê re bû yek û bi Bêrîvanê re xwe gihand azadiyê. Ew bûbû Bêrîvana azadiyê. Cihêtiyeke muhim a di navbera Binevş û Bêrîvanê de ez dikarim wiha terîf bikim: Binevş nekarî keysa xwe lê bîne ku bi cewhera xwe bi rola xwe rabe. Lê gava bû Bêrîvan, keysa xwe lê anî bi rola xwe rabe, evîna xwe nîşan bide û welatê xwe biparêze.

Tesîra Bêrîvanê li ser malbatê çawa çêbû?

Bêrîvan gava tevlî nav refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, wê qalibên hişk û teng ên di nava civaka Êzîdî de şikandin. Nexasim jin nemabû. Ev qalibên teng û hişk a rastî ne yên jinên Êzîdî û Kurd in. Lê axir, jinên di nava Civaka Êzîdî de çaxekî ku jinan nekarî navê xwe jî bi lê bikin, jineke ciwan rabû û ev qalib şikandin. Wê serî rakir, nav di xwe da, got, “Ez vê zilmê qebûl nakim". Bêrîvanê civak ji binî ve hejand. Pê re jî civak hişyar bû. Ez dikarim bibêjim, beşeke mezin a civakê ev qebûl kir. Serê pêşî gava Bêrîvan tevlî nav refên tevgerê bû, ev yek ji bo malbatê giran bû. Ji ber ku malbat li welêt bû, dûrî tevgera azadiyê bû û li bipêşketinê jî girtî bû. Ji ber vê, ew li tevlîbûna wê serwext nebûn. Tirsiyabûn. Malbatê digot, "Em bi çi xewn û xeyalan keça xwe şand Ewrûpayê, wê rabû çi kir,"

Gava Bêrîvan şehîd bû, te çi hîs kir? Şehadeta Bêrîvanê çi tesîr li malbatê kir?

Gava ez bi şehadeta Bêrîvanê hisiyam, ez bi xwe jî di nava Tevgera Azadiyê de bûm. Ez pirr xemgîn bûbûm. Hêzeke mezin bû ji bo tevgerê û jinan. Bêrîvan bi tirs û fikar nebû, ji bo miletê xwe fedakar bû. Durist bû, bi can û dil dixebitî. Ji bo miletê xwe li ya herî baş difikirî û dikir. Ji bo malbatê bi xwe xwedî maneyeke din bû. Ji bo wan, wê li çolekê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê li holê mabû. Ji ber ku cihê vê di çanda wan de nebû, bêhtir pê êşiyabûn. Ji ber ku şehadeta wê gelekî deng vedabû, dijmin bêhtir zext li malbatê kir. Ji ber wê neçar ma koçberî Ewrûpayê bibe. Lê paşê ew bi tesîra Bêrîvan a li ser civaka Êzîdî û Kurd hisiyan. Piştî ku bi vê hisiyan, hinekî bêhna wan hat ber wan. Lê weke min gotî, ev dereng çêbû. Di nava civaka Êzîdî de weke şoreşgerekê, weke pêşengekê hat qebûl kirin. Bêrîvan bûbû parçeyekî azadiyê bûbû sembolek.

Jinên Êzîdî îro li Şengalê û Kurdistanê li dijî dagirkeran ji bo rûmet û azadiyê têdikoşin. Binevş ji bo jinên Êzîdî bû pêşeng.

Piştî Bêrîvanê jiyana jinên Êzîdî çawa guherî?

Bêrîvan bi felsefeya Rêbertiyê bû pêşenga jinan. Beriya Fermana Şengalê jinên li Şengalê Bêrîvan nas nedikirin. Piştî fermanê, jinên Êzîdî dest bi lêgerînekê kir. Hingê wan Bêrîvan nas kirin. Rola Bêrîvanan, rohniya wan û rastiya wan a dîrokî dîtin. Jinên Êzîdî pê hisiyan ku pêdiviya wan bi Bêrîvanê heye. Bi vî rengî jinên Êzîdî xwedî li Bêrîvanê derketin. Yanî Fermana 74´an Bêrîvan bi jinên Şengalê da nasîn. Jinên Êzîdî weke baxçeyekî ne ku pêyê kesî pê nebûye, asîmîle nebûye, xwedî li çanda xwe derketiye. Cewherê Kurdîtî û welatparêziyê ne. Ha Bêrîvan bû sembola vê jina Êzîdî.

Jinên Şengalê bi vê sembolê xwe dan ber zehmetiyan, xwe bi rêxistin kirin û hêza xwe damezrandin. Bi vê hêza xwe li dijî fermaman xwe, welatê xwe û miletê xwe diparêzin. Îro roj pirraniya jinên Êzîdî li derveyî Kurdistanê ne. Jinên li Şengalê mayî, hem ji bo warê xwe û hem jî ji bo azadiya xwe têdikoşin. ev gelekî manedar e.

Jinên li Ewrûpayê jî dixebitin, hewl didin xwe nas bikin. Ew jî ji bo vê didin ser rêya Bêrîvanê. Bêrîvanê pêşî li jinên Êzîdî vekir. Wekî din, xweziya jinên Êzîdî bêhtir hewl bidaya felsefeya Bêrîvanê û Serok Apo nas bikin. Çi qasî na bikin, ew ê ewqasî xwe nas bikin û hêza xwe zêde bikin. Bawerî û hêviya min a di vî warî de heye. Êdî bi hezaran Bêrîvan, Binevş û Sakîneyên me hene.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.