- Jinên Kurd ên ji Anatoliya Navîn xwe bi rêxistin dikin weke Platforma Jinên Kurd ên ji Anatolya Navîn ên li Ewrûpayê (PKAN-JIN).
BERFÎN DENÎZ / FRANKFURT
Jinên Kurd ên ji Anatoliya Navîn xwe bi rêxistin dikin weke Platforma Jinên Kurd ên ji Anatolya Navîn ên li Ewrûpayê (PKAN-JIN). Komîsyona vî xebatê beriya bi salekê bi 3 kesan dest pê kiribû. Civîna pêşî ya komîsyonê ya fizîkî, 3 û 4’ê Îlonê li Navenda Civaka Jinan UTAMARA’yê bi rê ve çû.
Hozan Fîgen di berdevkiya Komîsyona Rêveber a Ewrûpa ya PKKAN’ê de cihê xwe digire. Hozan Fîgen, “Di PKAN’ê de em jin hene û sîstema me ya hevserokatiyê jî heye. Ji bo derxistina holê ya îradeya jinê bi awayekî baştir, me biryar da em tiştekê holê ava bikin. Koma me bi 3 kesan dest pê kir, niha em 25 kes in.”
Civîna fizîkî ya yekemîn diyarî Leyla Guvenê hatiye kirin. Beriya wê wan qederê salekê civînên xwe online li dar xistine.
Li dijî asîmîlasyonê ye
Hozan Fîgen balê dibe ser asîmîlasyonê û dibêje weke têkoşîna li dijî asîmîlasyonê jî pêdiviya wan bi xwebirêxistinkirinê çêbûye. Em bi axaftin û zêmarên Kurdî yên dapîr, met û xaliyên xwe mezin bûn. Ew timî bi me re bi Kurdî peyivîn, bi xêra vê yekê me karî xwe li ber asîmîlasyonê bigirin. Niha rengê asîmîlasyonê guherî, navêî întegrasyonê lê dikin. Li dijî vê jî rêxistineke welê pêwîst bû.
Jinên Kurd ên ji Anatoliya Navîn ji bo ku çanda xwe bigihînin nifşên piştî xwe, divê xwe bi rêxistin bikin. Em di serdema teknolojiyê de nebi navê jiyana modern, nasnameya Kurdan û jinan tê tinekirin. Em dikarin çi bikin. Di vê civîna xwe de em li ser peyivîn, ka em dikarin li dijî vê, modeleke çawa bi pêş bixin.”
PKAN-JIN bi Kurdî dipeyive
Hozan Fîgen behsa hin biryaran kir yên ku di encama civînê de hatine dayîn:
- Li her welatê Ewrûpayê wê komîsyona PKAN-JIN’ê bê avakirin.
- Tevahiya civînên wê, axaftinên wê û bernameyên wê yên televizyonê wê bi Kurdî bin.
- Komun û meclîs wê bên avakirin.
- Bernameya wê ya di PKAN TV de wê bi navê Jin û Huner du hefteyan carekê dewam bike. Bi bernameya Şino Sana jî li dijî asîmîlasyonê îşaret bi giringiya zimanê dayikê hat kirin.