Berhemên Komîtas ‘Mîrateyên Dinyayê’ ne

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 02:55

UNESCO’yê hemû berhemên Komîtas Vardapet (Gomîdas Vartaped) weke “Mîrateyên Dinyayê” qebûl kir. Gomîdas berhevkar, muzîkjen û keşeyekî Ermenî bû ku weke yek ji pêşengên etnomuzîkolojiyê jî tê zanîn.

Rêvebirê Muzeya Komîtas ê bi navê Nikolay Kostandyan di salvegera pîrozkirina muzeya Gomîdas de axivî û got; “Em pirr bextewar in ku me di salvgera 9’an ya muzeyê de nûçeyeke bi vî rengî bihîst. Pir girîng e ku berhemên Gomîdas weke ‘mîrateya dinyayê’ werin parastin. Qederê 7-8 salan çêbû ku Wezareta Çandê ya Ermenistanê li pey vî tiştî bû ku bi UNESCO’yê vî tiştî bide qebûlkirin.”

Lîsteye “Mîrateyên Dinyayê” berhemên herî girîng yên li dinyayê ji bo mirovahiyê diparêze. Di nav vê lîsteyê de belge, destxet, materyalên dîtbarî û bihîzyarî û her wiha arşîv û koleksiyonên pirtûkxaneyan cih digirin.

Komîtas Vardapet kî ye?

Komîtas 26'ê meha Îlonê an 8'ê meha Cotmeha 1869'an li Kutahya, di dema Împeratoriya Osmaniyan de ji dayîk bûye û 22'ê Cotmeha sala 1935'an li Parîsê jiyana xwe ji dest daye. Ew keşîş, komponîst, stranbêj, muzîsyenê koroyê, mamosteyê muzîkê, etnologê muzîkê û zanyarê muzîkê yê bi eslê xwe Ermenî bû. Ew îro weke damezrînerê muzîka klasîk a nûjên a Ermenistanê tê qebûlkirin.

24'ê Nîsanê 1915'an, ew roja ku weke destpêka komkujiya ermeniyan li Împeratoriya Osmanî tê qebûlkirin, Komitas digel sedan zanyarên din ên ermenî li Konstantînopolusê hat girtin û ber bi Çankırı (li rojhilatê Enqerê) hat koçkirin. Ji bilî 8 girtiyên ku vegera wan ji aliyê midûrê karên hundirê Talat Paşa ve hat peydekirin, hemû girtî li wir hatin qetilkirin. Di nava ew girtiyên ku vegera wan hat tayînkirin Komitas jî hebû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.