‘Berfîn’ li Qamişlo hat nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Gulan 2024 - 16:22

  • Filma “Berfîn” li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem car hat nîşandan.

“Berfîn” filmekî Kurdî ye, derhênera wê jina Kurd Ozlem Arzêba ye. Film êş û azarên Kurdan ên salên 1990’î û zextên dewleta Tirk ên li ser wan dike. Bûyerên film li ser keçeke Kurd e ku bavê wê tê kuştin, diya wê ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin, piştî dayika wê ji zindanê diderkeve tevlî refên gerîla dibe. Piştî ku Berfîn mezin dibe êdî ew jî li pey şopa dayika xwe diçe û dibe Gerîla.
Film li herêmên parastina Medyayê û Mexmûrê hatiye çêkirin, li Ewrûpayê hat nîşandan û di heman demê de, film beşdarî gelek festîvalan bû.  Duh na pêr yekem car, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev fîim bi amadebûna bi dehan şêniyên bajêr hat nîşandan.
Hêjayî gotinê ye ku dê 3 rojan li pey hev li heman navendê film werê nîşandan û dibe ku di demên pêş de li bajarên din jî werê nîşandan. QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.