Berfê mitîng û merasîm dan taloqkirin

Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:33

  • Mitînga ku HDP’ê dixwest li Meydana Îstasyonê ya Amedê li dar bixe, ji ber barîna berfa zêde, hat taloqkirin.

Mitînga ku HDP’ê dixwest li Meydana Îstasyonê ya Amedê li dar bixe, ji ber barîna berfa zêde, hat taloqkirin. Li Silêmaniyê jî merasîma bi rasthatina salvegera 4´an a dagirkirina Efrînê, hat taloqkirin. 

Endamên Komîteya Amedekar ên Mitînga HDP´ê ya Amedê, têkildarî mitînga bi dirûşmeya “Em HDP’ê diparêzin” ya sibe li Meydana Îstasyonê ya Amedê, li avahiya partiye ya li Amedê daxuyanî da çapemeniyê.  

Hevseroka HDP’a Amedê, Gulistan Atasoy got, desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo Kurdan ji derveyî siyasetê bihêle, pirralî êrişan dike:

“Girtinên bêhiqûqî, hewldanên komkujiyê yên li dijî partiya me, nîşan didin ku AKP û MHP çawa nêzîkî HDP’ê û siyaseta Kurd dibin.

Lê ne HDP ne rêûresma HDP’ê jê hatiye, ne jî gele Kurd teslîm nebûn.

Gelê Amedê gelekî polîtîk e. Careke din nîşanî me da ku haya wî ji siyaseta qirêj a AKP’ê heye û xwedî li HDP’ê derdikeve.

Ji ber ku barîna berfê li Amedê wê hefteyekê bidome, em mecbûr man mîtîngê taloq bikin. Em naxwazin ku kesek nexweş û aciz bibe yan jî qezayê bike. Ji ber vê yekê, me mîtîng taloq kir.”

Atasoy da zanîn ku ew ê di rojên pêş de dema mîtîngê diyar bikin. 
 
Merasîma ji bo Efrînê hat paşvexistin

Doh diviyabû li Silêmaniyê bi boneya çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê û Berxwedana Serdemê, merasîmek bihata li darxistin. Lê komîteya amadekar a merasîmê ragihand ku ji ber rewşa hewayê û barîna berfê, wan merasîm paşve xistiye. Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, plan kiribû vê merasîmê li dar bixe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.