Belgeya desteserkirina şoreşê

În 31 Adar 2023 - 04:35

  • Tifaqa bi navê “Tifaqa ji bo demokrasî û azadiyê li Îranê” ya tê de Riza Pehlewî, Komeleya Kurdistana Îranê û kesayetên weke Şîrîn Ebadî Belgeya Mahsa eşkere kir. PJAK´ê belge û tifaq weke hewldana desteserkirina şoreşa Jin jiyan azadî nirxand.  

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

Çarşema bihurî “Tifaqa ji bo demokrasî û azadiyê li Îranê”, “Belgeya Piştevanî û Tifaqa ji bo Azadiyê” weşand. Ji vê belgeyê re “Belgeya Mahsa” jî gotin. Wan xwe weke “ferd, partiyên siyasî û kesayetiyên din” daye nasîn û ew “Belgeya Mahsa” weke çarçoveyeke hevkariyê qebûl dikin. Di vê belgeyê de gelek tişt hene yên weke “Rêveberiya Demokratîk”, lê belê di vê rêveberiya demokratîk de xweserî û rêveberiyên herêmî lawaz in: “Parastina yekparebûna Îranê, lê her wiha qebûla pirrengîbûna zimanî, etnîk, dînî û çandî”.

Di “Belgeya Mahsa” de navendîbûna dewletê dimîne, tenê hinekî tê sistkirin: “Nenavendîkirina hêzê, bi wê rêyê ku karûbarên malî, burokratîk û siyasetkirinê bidin rêveberên hilbijartî yên parêzgeh û herêman.”

Wekî din gelek beşên elaqedarî mafê mirovan, hawîrdor, geşedana aborî, aştî û edaletê hene di belgeyê de. Partiyên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê yên sereke rojekê piştî eşkerekirina belgeyê, helwêstên xwe yên destpêkê eşkere kirin. Hevarî Yûsefî li ser navê Iran Wire bi wan re peyivî.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî ji bo Belgeya Mehsa - ya ku navê Jîna jî tercîh nekiriye - got, ew nûneriya vîzyoneke demokratîk ji bo siberioja Îranê nake. Mûînî di ragihandina belgeyê de û di profîla îmzakerên destpêkê de sedema goman û şikê dibîne: “Armanca îmzakerên ‘Belgeya Mahsa’  ew e ku zemîn amade bikin da ku ji jor ve sîstema siyasî ya heyî biguherînin; û ew dixwazin Şoreşa Demokratîk a Jin Jiyan Azadiyê jî ji rê derxin û desteser bikin.”

Dixwazin şoreşê desteser bikin

Rexneya sereke ya Siyamend Mûînî ew e ku “Tifaqa ji bo demokrasî û azadiyê li Îranê” hewl dide projeya xwe ya siyasî li ser şoreşeke pêşverû ferz bike. Di dewamê de ew dibêje, “Vê şoreşê dest pê kir da ku nav di xwe bide li dijî faşîzma navendîparêz û li dijî zilma li neteweyên Îranê dibe.”

Mûînî dibêje, tevgera xwepêşandanan dikare rê li ber serdemeke nû veke û “karekterê şoreşê jî têkoşîneke ji bo civakeke sekuler û demokratîk a li ser hîmên azadî û wekheviya di her astê de ye.”

Mûînî rexneyê li belgeyê digire, ji ber ku yekparebûna xaka Îranê “pîroz” dike û xwe disipêre zêhniyeta navendîparêz ya ku hebûna neteweyên avaker û mafên wan red dike.

PJAK´ê berê destek dabû belgeyeke “Daxwazên herî kêm” yên qederê 20 sendîqe û rêxistinên civaka sivîl ên Îranê. Ji bilî PJAK´ê, Komeleyê (rêxistina partiya komunîst a -Rojhilatê- Kurdistanê) jî destek dabû vê belgeyê. 

Komele destekê dide belgeyê

Cihgirê serokê Partiya Komele ya Kurdistana Îranê , Omer Îlxanîzade, ji IranWire re dibêje, partiya wî dixwaze li nava Îranê û derveyî Îranê destekeke mezin ava bike. Ew helwêsta partiya xwe wiha diyar dike: “Ji bo partiya me, rêxistineke komarî û federal muhim e, berê awirên me ne li ser gotinan e, ji bo me naverok muhim e. Partiya me nenavendîkirina hêzê bi rêya hiştina erkên rêveberiya malî, burokratîk û siyasetkirinê ji hilbijartiyên parêzgeh, bajar û herêman re erênî dibîne.”

Omer Îlxanîzade dibêje ji bo wan ne muhim e ka peyva “federalîzmê” hatiye bikaranîn yan na, lê standartên sereke yên federalîzmê ji bo wan di metnê de hene.

Belgeyê mixalefet parçe kir

Partiya Komele ya komunîst a Kurdistanê, weke Partiya Komele ya Kurdistana Îranê nafikire*. Sekreterê wê yê Yekem, Îbrahîm Elîzade dibêje, “Belgeya Mahsa” zerar kir li yekîtiya di nava partiyên mixalefeta Îranê de û bû sedema parçebûna di nava partiyên sereke yên Kurd de. Li gorî Elîzade, ev belge ne ji bo gelên Îranê lê ji bo hêzên navneteweyî yên weke Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û welatên ewrûpî hatiye hazirkirin. Bi ya wî belge encama reqabeta siyasî ya di navbera alîgirên Riza Pehlewî û Rêxistina Mucahedînên Xelk de ye. Elîzade dibêje, desteka ji bo aliyên belgeyê jî li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê pirr kêm e.  Elîzade dixwaze li metnê “mafê diyarkirina çarenûsê” were zêdekirin û xala pîrozkirina yekparebûna xaka Îranê jê were derxistin. 

Navendîbûn wê bibe dîktatorî

Ji rêveberên Hizba Demokrat (HDK-Î) Mihemed Nazif Qaderî jî dibêje, “Em bawer dikin ku navendîparêzî û totalîterî yên şaxên xwe kûr berdana nava dîroka siyasî ya Îranê û sîstema wê ya siyasî, wê bivênevê rê li ber dîktatoriyê vekin. Ew ê bibin sedema binpêkirina azadiyên demokratîk û înkara nasnameyên neteweyên li Îranê.”

Belgeya Mahsa

Di “Tifaqa ji bo demokrasî û azadiyê li Îranê” de ji bilî Riza Pehlewî, xelatgiran Xelata Aştiyê ya Nobelê, Şîrîn Ebadî, serokê berê yê Komeleya Malbatên Qurbaniyên Sefera Balefirê PS752 Hemîd Esmaeilion, aktrîst û aktîvîst Nazenîn Bonîadî, rojnamevan Mesîh Elînejad û serokê Partiya Komele ya Kurdistana Îranê Ebdullah Mohtadî jî hene.

Di xwepêşandanên şoreşa Jin jyan azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê de ji ber êrişên rejîmê bêhtirî 520 kesan şehîd bûn. Bêhtirî 19 hezar kesan hatin girtin û cezayên îdamê jî di navê de gelek ceza li xwepêşanderan hatin birrîn. Di êrişên rejîmê de zirara herî mezin li Rojhilatê Kurdistanê û li Belûçistanê bû. 

* Sala 2000´î Komale bûbû du parçe û Partiya Komele ya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Komele ya Kurdistana Îranê ji hev cihê bûbûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.