Belgefilmek ji bo ‘Geliyê Zîlan’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Îlon 2021 - 01:06

  • Idrîs Yilmaz: Li vê axa weke bihuştê, santralên hîdroelektrîk, kanên kevir û mermeran tên çêkirin. Ew dixwazin dîrokê tine bikin, hin tiştan veşêrin. Dixawzin hafizeya civakî ji holê rakin. Lewma ew bi xwe jî dizanin li wir gelek gorên komî hene. Ji bo ev delîl neyên tinekirin, divê em çend belgefilmên bi vî awayî çêkin û bikin arşîv.

Rojnamevan Idrîs Yilmaz ji bo komkujiya “Geliyê Zîlan” bike belgefilm, ev demeke dirêj e ku li herêmê û li gundên derûdorê dixebite, bi şêniyên wir re dipeyive. Gava mirov li serhatiyên wî yên pêvajoya belgefilmê guhdarî dike, mirov tê derdixe ku helwêstên dewletê yên li hember Kurdan qet neguherîne. Ji bo ev belgefilm neyê çêkirin, dewlet gelek astengiyan derdixe ji bo Idrîs Yilmaz û nahêlin li herêma Geliyê Zîlan dîmenan bigire. Lê Idrîs tevî çend hevalên xwe bi awayekî rêbazên dîtir peyda dike heta ku belgefilmê diqedîne. 
 
‘Paqijiyê dest pê kir’

Geliyê Zîlan dikeve ser navçeya Wanê ya Erdîşê. Li gorî çavkaniyan di sala 1930’î de li “Geliyê Zîlan” qederê 15 hezar mirovî tên kuştin û 200 gund tên şewitandin. Yên sax dimînin jî dibin koçber û welat diterikînin. Rojnameya Cumhuriyetê wê salê bi manşeta “Paqijiyê dest pê kir” ev agahî didan: “Li ser çiyayê Agiriyê balafirên me bombeyan dibarînin bi serê eşqiyayan de.

Çiyayê Agirî bê navber ji ber derbên teqîn û agirên hêzên dewleta Tirk de dinale. Bazên ji pola yên Tirk serhildêran dikujin. Geliyê Zîlan heya ser dev bi termên mirovan tije bûye.” Her wiha rojnameya Milliyetê ya ku wî wextî rojane derdiket jî cih dida gotina Îsmet Înonu û gotinên Îsmet Înonu nûçeyên rojnameya Cumhuriyetê piştrast dikin: “Li vî welatî ji bo mirov mafên nijadî bixwaze, divê mirov Tirk be, ev maf tenê yên kesên Tirk e.”

Dewlet dîmenan desteser dike

Idrîs Yilmaz bi belgefilma “Geliyê Zîlan” dixwaze vê komkujiyê ji nû ve bîne bîra mirovan. Ew sala 2011’an de dest bi çêkirina belgefilmê dike. Ew ji bo vê belgefilmê kedeke pirr mezin dide. Bi şahidên dema komkujiyê re hevdîtinan dike û dîmenên wan kesan digire. Gund bi gund digere û dixwaze rastiya vê komkujiyê derxe holê. Lê dewlet timî asteng dike û naxwaze vê belgefilmê temam bike. Sala 2011’an de di dema girtina dîmenên belgefilmê de ew û ekîba belgefilmê tên binçavkirin. Dewlet dîmenên ji bo arşîvê desteser dike û wan dîmen nade wan. Yilmaz ji bo vê dibêje, “Piştî demekê hin harddîsk dan min, lê dîmenên me tê de tine bûn. Her çiqas me hewl da ku em wan dîmenan ji wan bistînin jî lê wan xwe kerr kir û nedan me. Em hîna jî li benda wan dîmenan dimînin. Me dîmenên xwe yên pêşî bi vî awayî tev winda kirin.”

Dewletê bi ‘Heso û Nazê’ dixapîne

Idrîs Yilmaz bi rik û eynat e, ew dev ji vî karî bernade û sala 2015’an dîsa dixwaze belgefilmê çêke. Lê li hember xwe dîsa dewletê dibîne. Dewleta Tirk vê carê ew bi hincetên “propganda” , “xiyaneta li dewletê” û “endametiya rêxistina îlegal” ceza dike û digire. Idrîs Yilmaz çend salan di hepsê de dimîne, lê sala 2020’an ji hepsê derdikeve. Vê carê dixwaze bi awayekî fermî destûrê ji bo girtina filmê bixwaze. Ew dizane heger bi navê “Geliyê Zîlan” miracaetî wezareta çandê bike, ew ê destûrê wernegire. Ew jî xwedî tecrûbe ye û bi fêlên dewletê dizane, ji lewma ew jî bi fêl tevdigere û dibêje, “Ez ê çîroka Heso û Nazê bikim belgefilm”. Bi vî awayî destûrê digire. 

Li gel astengiyan belgefilm derdikeve

Ew her çiqasî destûr digirin jî di dema girtina dîmen de walîtiya Wanê û leşkerên Erdîşê dîsa wî rehet bernadin û gelek wan aciz dikin. Heta dibêjin, divê ew bajêr biterikînin û li wir nemînin. Vêca tu rê li hember ekîbê namîne û ew bi dizî vî karî bi rêve dibin heta ku belgefilmê bi dawî dikin. Yanî li hember ewqas astengî û nexweşiya koronayê, tîma belgefilmê karê xwe dibe serî û belgefilma “Geliyê Zîlan” çêdike. Belgefilma “Geliyê Zîlan” dê di dawiya sala 2021’an de amade be ji bo gala û temaşekirinê. 

Xwezaya ‘Geliyê Zîlan’ wek bihuştê ye

Idrîs Yilmaz di belgefilma “Geliyê Zîlan” de balê dibe ser xweza û mîrateya dîrokî jî. Di beşeke belgefilmê de ew behsa xweza û çavkaniyên herêmê dike. Yilmaz dibêje, “Gava mirov diçe wî geliyî ango nav xwezayê, mirov pê dihese ku hewaya wir pirr cuda ye. Gelek bêhnên xweş û cihê hene. Nebatên endemîk ên xwezayî hene û wek dermanxaneyekê ye. Tê gotin, li vir 101 cure karî hene.” Yılmaz dibêje, mijara wan a sereke komkujî bûye, lê ew hêlên “Geliyê Zîlan” yên xwezayî jî xwestine di belgefilmê de nîşan bidin. Yılmaz dibêje, “Gava me li serhatiyên şahidên wan rojan guhdarî dikir û digirt kamerayê, dilê me diêşiya. Lê ji hêlekê ve jî me xwe berda nav xwezaya wir ya ku dişibe bihuştê.”

Di bin her kevirî de qêrîn û hewarek 

Yılmaz herî dawî dibêje, ev komkujî ne tenê elaqedarî Kurdan e û behsa komkujiya Ermenan jî dike: “Ji dil jî gava mirov li ser axa vî welatî digere, mirov dibîne ku di bin her kevirî de qêrîn û hewarek heye. Ew hişmendiya ku ev komkujiyê pêk anî, hebûna xwe îro jî bi polîtîkayên dijwar dewam dike. Li vê axa weke bihuştê, santralên hîdroelektrîk, kanên kevir û mermeran tên çêkirin.

Armanca van projeyan ne hilberînerî ye, ew dixwazin dîrokê tine bikin, hin tiştan veşêrin. Dixwazin hafizeya civakî ji holê rakin.

Lewma ew bi xwe jî dizanin li wir gelek gorên komî hene. Ji bo ev delîl neyên tinekirin, divê em çend belgefilmên bi vî awayî çêkin û bikin arşîv.”

* Agahiyên vê nivîsê ji ber gotara “Naz Oke” ya di malpera “Kedistan” de hatine girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.