Belgefilma delegasyonê

Çarşem 3 Tebax 2022 - 21:21

  • Delegasyon hewl dide bala raya giştî ya navnetweyî bibe ser vî şerê êrişê yê dewleta Tirk li dijî Kurdistanê.

Defend Kurdistanê da zanîn ku wê serdana Delegasyona xwe ya Aştiyê ya Başûrê kurdistanê, weke belgefilm bi navê “No Friends But The Mountains” (Ji çiya pê ve dost nînin) amade kiriye. Danasîna belgefilmê doh hat weşandin. 

Di belgefilmê de em hewldanên delegasyonê dibînin ku havîna 2021´ê çûbû Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk. Delegasyon hewl dide bala raya giştî ya navnetweyî bibe ser vî şerê êrişê yê dewleta Tirk li dijî Kurdistanê.

Belgefilm bi endamên delegasyona aştiyê re diçe dîtina gelek kesayet û nûnerên Kurd jî. Sermeselê ew Babe Şêx jî dibînin ku weke pêşengê çandî yê civaka Êzîdî tê qebûlkirin.  Nûnerên gelek partiyên ji Başûrê Kurdistanê behsa hizr û perspektîfên xwe dikin û rewşa heyî rave dikin. 

Em di belgefilmê de dibînin, tevî hewldanên astengkirinê yên hikûmeta PDK´ê jî, deklarasyona encamê ya delegasyonê li Başûrê Kurdistanê di gelek kanalan de zindî tê weşandin. Wan hingê xwest, êrişên delweta Tirk rawestin, leşkerên Tirk û çeteyên dewleta Tirk bi temamî ji Kurdistanê bên vekişandin. 

Niha Defend Kurdistan ji bo nîşandana filmê li bajaran organîzasyonê dike û kesên dixwazin li bajarê wan jî ev film bê nîşandan dikarin peywendiyê bi e-maila li jêr re deynin:

ya-media@riseup.net

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.