Bêhtir xelk dixwaze hînî Kurdî bibe

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Mijdar 2020 - 23:38

Ji bo dersên Kurdî yên dema payîzê, ku Enstîtuya Kurd a Stenbolê dest pê kiriye, elaqeyeke mezin heye. Kapasîteya dersan heta niha ji bo 600 kesî ye, lê tê payîn ku enstîtu vê kapasîteyê rojên bê zêdetir bike.
Ji Enstîtuya Kurd a Stenbolê Eyyup Sûbaşi bal bire ser vê elaqeyê û got, ev yek jî nîşan dide ku berdêla xwe çi dibe bila bibe Kurd wê zimanê xwe biparêze.
Enstîtuya Kurd a Stenbolê, ji ber şewbê serlêdana ji bo dersên onlîne bi rêya medya mecazî parve kir. Tenê çend saet piştî bangê, 600 kesî ji bo dersên Kurdî miracaetî enstîtuyê kir.
Sûbaşi li ser vê yekê got, "Kûrsên me yên hînbûn û bipêşvebirina Kurdî, beriya şewbê li navenda komeleyê dihatin lidarxistin, lewma me nikarîbûn zêde xwe bigihînin mirovan. Kursên me yên niha onlîne in, lewma ji gelek bajar û welatan ji bo kursê miracaet çêdibin."
Sûbaşi bal bire ser qedexekirina şanoya Kurdî û zextên li ser Kurdî û got, li gel van qedexe û zextan jî ev elaqeya ji bo Kurdî, daxwaza Kurdan a ji bo hînbûn û perwerdeya bi zimanê dayikê radixe pêş çavan.
Sûbaşi bi dewamî got, "Vê dawiyê, careke din eşkere bû ku dijminatiya li Kurdan û Kurdî, dewlet li ber çavên Kurdan careke din teşhîr kiriye. Elaqeya zêde ya ji bo hînbûn û bipêşvebirina Kurdî, peyama wê yekê ye ku berdêla xwe çi dibe bila bibe gelê Kurd wê zimanê xwe biparêze." ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.