Behsa zilma PDK’ê kir

Şemî 2 Cotmeh 2021 - 01:16

  • Li bajarê Hewlêrê bi ser Herêma Kurdistana Federe ve hêzên PDK’ê di 10’ê Hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen binçav kiribûn. Hesen piştî 112 rojan di 29’ê Îlonê de serbest hatibû berdan. 

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen 112 rojan di destê hêzên PDK’ê de girtî ma. Hesen diyar kir ku li cihek 6 metrekare ew 30 kes diman, êşkence li wan hatiye kirin û got: “Min qet rûyê dadger û parêzeran nedît. Sîxuriyê ferz kirin û xwestin min teslîmî xwe bikin.” 

Li bajarê Hewlêrê bi ser Herêma Kurdistana Federe ve hêzên PDK’ê di 10’ê Hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen binçav kiribûn. Hesen piştî 112 rojan di 29’ê Îlonê de serbest hatibû berdan. Piştî ku Hesen hat berdan ji Hewlêrê hat dersînorkirin û di deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Hesen ji nûçegihanê Ajansa Mezoptamyayê Nazim Daştan re peyivî. 

‘Me texmîn nedikir tiştek wiha bibe’

Cîhad Hesen ev 6 sal in li Herêma Kurdistana Federe nûnerê Rêveberiya Xweser e. Roja ku hatiye revandin ew ji bo pêşwazîkirina şandeya ji Fransayê bi du hevalê xwe re diçûn Balafirgeha Hewlêrê. Hesen anî ziman ku piştî wan şandeyê pêşwazî kiriye, 4 maşîneyên zirxî derdora wan girtine û got: “Du wesayîtên me hebûn. Van kesên me dorpêç kirin, berê çekên xwe dan ser me. Me ji wesayîtan daxistin. Min wê kêliyê got herhal xeletiyek heye. Pişt re gotin em ê we bibin. Me texmîn nedikir tiştek wiha bibe. Ez kesek siyasetmedar im û sivîl im, lê ji bo yekîneyek taybet hatibû wezîfedarkirin.”
 
Hingî gotine, tu yê 4 mehan girtî bimînî

Hesen da zanîn ku wan yekîneyên taybet ji wan xwestine şandeyên biyanî ku tên radestî wan bikin û got: “Gotin, wê îro 4 mêvanên we din jî werin, divê hûn wan teslîmî me bikin. Wan got ku ew wan nas nakin. Min got ku tu min bikujî jî, ez bi gotina te nakim. Dema ku me red kir, wan em binçav kirin. Hê roja pêşî gotine min, tu yê 4 mehan li cem me bimînî. Min di destpêkê de bawer nedikir, min digot qey ew ji bo zexta psîkolojîk were dibêjin” 

‘Her tiştê me fermî bû’

Hesen diyar kir ku ew ji bo hevdîtinên dîplomatîk gelek caran çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Sedemên vê yekê ji min pirsîn. Wê yekîneya taybet sîxuriyê teglîfî min kir. Ji min dixwestin, ez bi wan re bixebitim. Min ev red kir. Piştî wê, wan ji min re gotin ku tu ji bo ewlehiya Kurdistanê tehlûke yî. Dema ku min pirsî çima, wan got, ‘We vana anî, hûn ê tiştek bikin’. Qala mêvanên me kirin. Me ew mêvan ji balafirgehê hildan û me wan bir otêlê. Her tiştê me fermî bû.”

‘Cihekî pir xerab bû’

Yekîneya taybet pişt re wan radestî hêzên Asayîşê dike. Cîhad Hesen wiha pê diçe: “Tîmeke taybet a ku bi çekên giran hatiye amadekirin û rûyê wan girtî ne, kîsan xistin serê me, destên me ji paş ve girêdan û me xistin paşiya wesayîtê. Mîna ku wan komek ‘terorîst’ girtibe. Niha nikarim qala wan tiştên ku bi me kirine bikim. Wan em birin avahiya ewlehiya giştî. Cihê ku wan em lê danîn cihekî pir xerab bû. Li wir êşkence û kuştina mirovan rehet bû. Em dîplomatên Kurdistanî bûn, ez bi fermî 6 salan li wir bûm. Dema ku min ji wan pirsî we çima me li vir danî, wan got, ‘Hûn berxwedan û biryardariya xwe diyar dikin ku hûn ê her gav bi me re nexebitin. Li vir bimînin û da ku hûn ji ya xwe neyên xwarê!

Wan digot, ‘Em ê te bavêjin wê derê’, mîna ku Rojava cihekî nebaş be. Bi vî awayî wan ez tehdît kirim. Min ji wan re digot, ‘Rojava cih û warê min e’. Wan rêz ji îradeya min re negirt. Wan got, min bi mêvanên xwe re li dijî selametiya Kurdistanê kar kiriye, lê mêvan hatin berdan. Di roja 50’yî de, 2 hevalên min hatin berdan.

‘3 deqîqe mafê axaftinê’

Her cara dihatin ba min, bi dersînorkirinê gef li min dixwarin.

Wan li wir ez birim cem bijîşk, derman dan wan kesên ku serê wan diêşe, ez xwîn diverşiyam, ez ketim erdê, lê wan derman neda min. Wan hewl dan ku rewşa tenduristiya min bikar bînin. Doktoran ew hişyar kirin ku dermanan nedin. Di dawiyê de, gava ku ez rojê 3-4 caran xwîn vedireşiyam, wan derman didan min, lê dîsa jî dermanên ku min dixwest nedan min. Piştî 40 rojî ji 15 rojan 3 deqîqe mafê axaftinê dan ku em bi malbata xe re biaxivin.

‘Wan baş dizanibû ku ez çi dikim’ 

112 rojan, min ne hakim û ne jî parêzer dît. Wan ez bi sîxurê PKKê tawanbar kirim. Min digot PYD, wan digot PKK, min digot Rêveberiya Xweser, wan digot PKK. Dixwestin peyva PKK ji devê min derxînin. Ez 6 salan li wir mam, ger ew min nas nekin ew pirsgirêka wan e. Wan baş dizanibû ku ez çi dikim û kê dibînim. Ji ber min şîfreya telefona xwe neda wan, min tawanbar dikirin.” 
 
‘Em hemû li ser hev radizan’

Hesen diyar kir ku 30 kes li cihek 6 metrekare dihatin ragirtin û wiha peyivî: “Em hemû li ser hev radizan. Nexweşîna korona heye lê cihê ku em lê diman ew qas qelebalix bû ku dema me xwêdan dida, xwêdana me bi hevûdu re tevlihev dibû. Ji 126 kesan 112 kes bi nexweşiya xurî (uyuz) ketin.

Wan dermanên ku ji bo heywanan têne bikaranîn ji me re anîn, yên ku qebûl nedikirin tazî dikirin. Me ew qebûl nekir, wan derman li laşê me kirin. Bi tevahî trajediyek bû. Hin jî şopên wê nexweşiyê li ser min henin. Wan dermanek dan me da ku em êvarê ji xurînê dûr bikevin, piştî ku me derman li xwe dida em dikaribûn rakevin.”  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.