Bêhna mirinê û Parîs

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 9 Çile 2023 - 02:07

Bêhna mirinê ji vî bajarî tê. Pirrî caran li vî bajarê mezin berê min ketiye goristana Père Lachaise. Gorna Yilmaz Guney li vir e, ya şehîd Nazif Aktaş li vir e, ya Dr. Sadiq Şerefkendî û ya Ahmet Kaya jî. Ji ber wê hem ji bo yadkirin û hem jî ji ber ku xelkê xwest biçe ser mezelê wan, li Parîsê gelek caran berê min ket vê goristana hanê.

Mirin û bêhna wê dixwazin her ji vî bajarî bifûrin. Ji hev qut nabin. Kêla gorna şehîd Nazif Aktaş - li ser kêla gornê Mustafa Aktaş dinivîse - xwe li ber ba û baranê negirtiye. Nivîsên li ser kêlê, û ala ERNK ya hingê jî li ser gorê êdî xuya nakin. Lê bêhna mirinê her li wir e.

Nazîf sala 1985’an 23'yê Kanûnê li semta 10’an a Parîsê hat şehîdkirin. Ne dûrî cihê ku komkujiya Parîsê ya duyem lê pêk hat; esas çend gavan dûrî wir. Gava şehîd Nazîf belavokên li dijî rejîma Tirk a piştî cuntayê belav dikirin, di nava şert û mercên îro jî xweşik diyar nebûne, hat şehîdkirin. Îro jî rola MÎT’a Tirk a di wê reşkujiyê de bi xweşikî nehatiye eşkerekirin. Dîsa rojeke 23'yê Kanûnê, sala 2022'yan 37 salan paşê, komkujiyek hat kirin û endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil hatin şehîdkirin. Rola dewleta Tirk hem eşkere ye û hem jî nayê rohnîkirin. Di şehîdkirina Sara, Rojbîn û Ronahî ya 9'ê Çileyê 2013'an de jî rola dewleta Tirk û ya MÎT'a wê, hevkariya gelekî muhtemel a dewleta Fransayê yan jî hin beşên wê hatin veşartin. Û ev veşartin, îro diyar dibe bi awayekî sîstematîk bi rê ve çûye.

Veşartin, rohnînekirin û jêbirin… Piştî bêhtirî 37 salan nivîsa li ser kêla gorna Nazîf Aktaş êdî hema hema hew tê xwendin. Û bêhna mirinê ji Parîsê tê, heta difûre.

Dewleta Tirk ji bo şehîdkirina Kurdan, ji berê ve bi her kesî re tifaq kir. Çepgirên xwe yên ku wê bi xwe dixistin zindanan û hin ji wan dikuştin jî ji bo dijminahiya Kurdan bi kar anîn, wextekê Îslamiyên ku weke dijminên rejîma xwe didîtin jî li dijî Kurdan bi kar anîn. Çeteyên dijminê mirovahiyê bi kar anîn û heta bi destê wan qirkirin kirin, ferman li serê miletê Êzîdî û Kurd rakirin. 

Dewleta Tirk karî gelek tetikkêşan li dijî Kurdan bi kar bîne. Lê her sê reşkujî û komkujiyên li dijî Kurdan ên li Parîsê, nehatin rohnîkirin. Ya ku rohnî nake jî dewleta Fransayê ye. Di komkujiya Parîsê ya yekem de hin aliyên ewqasî ecêb hene, mirov dibîne ku istîxbarata Fransa û Tirkiyeyê mil bi mil ve ji bo rohnînekirin û dadgehnekirina dewleta Tirk û MÎT'a wê, hevkariyê dikin. Bi mirina tetikkêş Omer Guney re hewldana girtina doza komkujiya Parîsê ya yekê, nîşana herî darîçav bû. Lê ma dizîna kompûtera dozger ji mala wî tesadufeke çawa ye? Yan jî hewldanên polêsê Fransayê yên hema piştî komkujiyê yên ji bo ku komkujiyê bixe stûyê Tevgera Azadiyê ya Kurd jî ne tesaduf in; nabe ku tesaduf bin. 

Em behsa dewletekê dikin a ku bi komî gelek welatparêz û şoreşger bi tohmeta şerê li dijî delweta Tirk dadgeh kirin. Tevahiya kuştiyên şerî, xistin stûyê tevgera miletê Kurd a berxwedana li dijî qirkirinê. Ev dadgehên hanê, weke belgeyên rûreşiya dewleta Fransayê li holê ne.

Ha ji ber vê yekê bêhna mirinê ji vî bajarî tê. Parîs navenda vê dewletê ye û ev dewlet li ser esasên navendperestiyê li Parîsê ava ye. Ji ber ku Fransayê kuştin li dijî tevgera Kurd û beriya niha gelek tevgerên din, weke siyaset bi kar anî û bi kar tîne, bêhna mirinê ji vî bajarî tê. Istîxbarata vî welatî karî hawîrdorparêzan bi bombekirina keştiyan bikuje -Istîxbarata Fransayê keştiya Rainbow bombe kir û 2 aktîvîstên Greenpeaceyê Tîrmeha 1985'an kuştin- û îro ew dizane van rêxistinan bi fon û derfetên madî bêdeng jî bike. Ne poşman e û xwe ji bêhna mirinê paqij nekiriye. 

Lê ne tenê bêhna mirinê jê tê. Ew hoste ye ji bo wê bêhnê bide jibîrkirin. Dike ku ew bêhn daimî be û em wê ji bîr bikin. 

Li cem goristana Père Lachaise bi navê Zikzakê loqanteyeke Mexribiyan hebû. Wan tacîn -tirşika Mexrebî- li ber kuskusê -hûrikê savêr ê Mexrebî- çêdikir. Piştre jî çayeke pûnga teze dida mirovan. Bi rengên kesk, sor, zer û şîn xemilandî bû û wêneyên konên reşerebî li wî mekanê piçûçik daliqandî bûn. Mirov li ser kursîkên piçûk rûdiniştin. Ser bêhna mirinê digirt, kêliyekê dida jibîrkirin. Niha ew jî nemaye, li şûna wê û li derdora wê bêhna goştê -steak- biraştî tê û ew jî weke bêhna mirinê ye. 

Heta ku edalet beramberî reşkujî û komkujiyên siyasî pêk neyê, dewleta Fransayê rola xwe jî di navê de eşkere neke, ev bêhn ji vî bajarî naçe. Ji bo ev bêhn ji vî bajarî biçe, em şemiya bihurî tevî dehhezaran Kurd û dostên wan li bajêr meşiyan. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.