Beesiyan dîsa çav berdaya malên Kurdan

Pêncşem 10 Adar 2022 - 22:56

  • Welatiyên Kurd ên taxa Feyleq a Kerkûkê, dibêjin, efserên ku di dema rejima Beesê de di nava artêşê de erkdar bûn, giliyê wan kirine û hewl didin wan ji malên wan derxînin.

Welatiyên Kurd ên taxa Feyleq a Kerkûkê, dibêjin, efserên ku di dema rejima Beesê de di nava artêşê de erkdar bûn, giliyê wan kirine û hewl didin wan ji malên wan derxînin. Welatiyan got, li ser giliyê hatî kirin, heta niha du caran hêzên ewlehiyê bi ser malên wan de girtine û xwestine ew ji wan xaniyan derkevin.

Efserên ku di dema rejima Beesê de di nava artêşê de erkdarbûn, li navenda polêsan a taxa Erefe ya Kerkûkê giliyê welatiyan kirine, da ku welatiyên Kurd ên li taxa Feyleq a Kerkûkê ji malên wan werin derxistin. Welatiyên taxê diyar dikin ev xaniyên ku ew têde ne, piştî sala 2003 dema vegeriyane Kerkûkê kirrîne.

Ji wan, Hemeziyad Mihemed dibêje, “Hêzeke leşkerî hat bi ser mala me de girt û xwestin em ji malên xwe derkevin. Di rastiyê de dixwazin dest bi Erebkirina Kerkûkê bikin. Serê pêşî giliyê 20 - 30 malan kirine. Ew dixwazin bi van malan dest pê bikin û piştre jî hinekên din ji malên wan derxînin û giliyên wan bikin.”

Hemeziyad Mihemed dide zanîn ku kesên Beesî bi hinceta ku ew di dema rejima Beesê de efser bûn, di van xaniyan de mane, gilî kirine. Hemeziyad dibêje, “Her di dema van efseran de xanî û gundên me hatin hilweşandin û enfal bi serê me de anîn.”

Giliyê 40 malbatan hatiye kirin

Di dewamê de Hemeziyad Mihemed got, “Me ev xanî dagir nekirine. Me kirrîne. Heta niha nêzî 7 milyon dînar min lê xerc kiriye û nûjen kiriye. Niha jî em hêviya xwe digihînin xwedayê mezin, me ji destê van Beesiyan rizgar bike. Heger min li ber deriyê mala min bikujin jî ez ji xaniyê xwe dernakevim, ma ez ê bi ku ve herim?”

Necîbe Asî jî ji xelkê taxê ye; ew dibêje, “Beesî dixwazin xaniyên me dagir bikin û me koçber bikin. Ev zevî malê hikûmetê ne, ne yê şexsan in. Hemû bi pere hatine kirrîn. Mafê min heye xaniyê ku min kirriye, tê de bimînim. Ev 17 sal in li vê taxê dijîm. Piştî ku desthilata Kurdan li vî bajarî nemaye, dixwazin me ji malên me derxînin.”

Li gorî agahiyên rêveberiya polêsên Kerkûkê dide, giliyê zêdetirî 40 xaniyan hatiye kirin, ji bo ku malbatên Kurd ên di wan de werin derxistin. 

ROJNEWS/KERKUK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.