Li ser tarekê ceribandina neqişandina cawên tenik, li ser dîwarekî bi benên rengîn ceribandina dana peyamekê. Ev hunerê hunermenda ciwan a ji Malezyayê Venice Foo ye. Wê bi xwe xwe hînî vî hunerî kiriye.
Hunermenda 27 salî ji mêj li malê xwe hînî hunerê li ser tarê û li ser dîwaran kiriye. Ji heft salan ve jî tenê bi hunerê xwe debara xwe dike. Ew dibêje, ew bi qedrê zemanî, yê tenêbûnê û baldariyê dizane, lê xwe ji civaka xwe jî hîç qut nake.
Hemam beriya şewba Koronayê, wê xwe hînî hunerê li ser tarê kiriye. Beriya wê hunerê wê boyaxkirin û neqişandina dîwaran bû.
Niha li ser medyaya dijîtal, nexasim jî bi hesabê xwe yê Intagramê “chauxhien” ew gelek berhemên xwe parve dike û berhemên wê gelekî tên ecibandin. Qederê 17 hezar kesan wê li ser vî hesabî dişopînin.
Ew dibêje, welatê wê Sabah (li Malezyayê) îlhamê dide wê û ew jî dixwaze bi hunerê xwe îlhamê bide xelkê.