Bêdengiya wan Rojava kerr dike
În 19 Tebax 2022 - 22:42
- Meclisa Malbatên Şehîdan li bajar û navçeyên kantona Qamişloyî li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî li dar xistin.
Di xwepêşandanên li bajar û navçeyên kantona Qamişlo de dayik, bav û zarokên şehîdan ên kantona Qamişlo bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan li bajar û navçeyên kantona Qamişloyî li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên li dijî gelê herêmê, hate şermezarkirin.
Li Qamişlo, Girkê Legê, Tirbespiyê û Çilaxa li pêşiya navendên Meclisên Malbatên Şehîdan ên herêmên navbirî, xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşanderan dovîzên li ser wan nivîsandî "Ka Neteweyên Yekbûyî?", "Ka mafên mirovan?" û "Na ji bêdengiya navneteweyî re" hilgirtin. Di heman demê de wêneyên zarokên xwe yên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd û birîndar bûne, hilgirtin.
Dayik, bav û zarokên şehîdan tev li xwepêşandanan bûn. Xwepêşanderan devê xwe bi paçan girtibû, bi vê yekê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûreş kirin.
Herî dawî dewleta Tirk a dagirker pêr li Hesekê li gundê Şimoke, bi balafireke bêmirov navenda hînkirinê ya keçan kir armanc, 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn.
ANHA/QAMIŞLO