Bêdengî xizmeta dagirkeran e

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:16

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk rojane xaka Kurdistanê bombebaran dike, xelkê sivîl qetil dike û dagirkeriya xwe berfirehtir dike. Niha jî dewleta Tirk dixwaze bi PDK’ê re dest bi tevgereke din a ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê bike. Derbarê mijarê de xelkê navçeya Ranya ser bi Îdareya Raperîn axivîn. Çalakvanê bi navê Dastan Elî destnîşankir ku kiryarên terorî yên dewleta Tirk ne tenê li ser sînoran tên kirin, êdî gihiştiye nav bajaran, pêwîste rê li yên ku alîkariya dewleta Tirk dikin û ketine xeta xiyanetê bê girtin. Dastan ragihand ku erkê hemû kesên azadîxwaze ku dijî kiryarên terorî, dagirkeriya dewleta Tirk raweste û dengê xwe bilind bike û wiha got:’’Divê hemû kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabe û şermezar bike, wehşeta ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dike, jenosîd û komkujî ye. Divê ev neyê qebûlkirin.”

Mam Şiwan jî got:“Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Heftanîn, Metîna, Avaşîn û herêmên din hemû binketine û niha leşkerên dewleta Tirk hemû bê hêvî û îrade mane. Nikarin li hemberî têkoşîna gelê Kurd rawestin. Divê kesayetên olî, pêşmergeyên dêrîn û hemû azadîxwaz dijî êrişan dengê xwe bilind bikin, dakevin kolanan û xwedî helwest bin. Ji ber ku bêdengî dikeve xizmeta dagirkeran de, em neteweya herî mezin in, lê heya niha jî em di bin zilma Tirk, Faris û Erebandene, heya kengê emê bêdeng bimînin.?”

ROJNEWS/RANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.