Bêdengî pêş qirkirinê vedike

Şemî 18 Çile 2025 - 03:15

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) derbarê êrîşên bê navber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyan, rojnamevan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet Bendava Tişrînê de daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got:’’"Dewleta Tirk ku di êrîşan xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xetimî ye, bi kîna xwe ya dijminane êrîşî Bendava Tirşrînê dike. Gelê herêmê bi armanca parastina bendavê berê xwe didin bendavê û li hember van êrîşan ji bedenên xwe mertalên zindî ava kirine. Ji bo berxwedan û vîna gel têk bibe, dewleta Tirk çend caran êrîş dike. Di encamê de hejmarek şehîd û birîndarên sivîl çêbûn. Di nava birîndaran de 3 hevalên me yên rojnamevan û xebatkarên çepemeniyê hene. Ji birîndaran nûçegihan Leyla Ebdê, her wiha Rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê ragihandinê Dijwar Elîşêr birîndar bûn. Li aliyê din jî malperên nêzî dewleta Tirk gefa hedefgirtina bi balafirên bêmirov li nûçegihana Ronahî Tv Ciwana Cuma xwarin. Dewleta Tirk û çeteyên wê ku li bendavê derbeyên giran ji şervanan dixwin, xitimîn e. Ji ber wê yekê kîn û hêrsa xwe li dijî sivîl û rojnamevanan derdixin. Bi kirinên xwe hemû yasa û zagonên navdewletî binpê dikin. Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) êrîşên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevan û sivîlan bi tundî şermezar dike. Em ji saziyên navdewletî re dibêjin ku bêdengiya we cesaretê dide dewleta Tirk ku êrîşên xwe zêde û dijwartir bike. Em bang li NY, saziyên navdewletî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û ji bo rojnamevan û sivîl neyên qetilkirin pêwîst e dewleta Tirk li dadgehên navdewletî ve were darizandin. Di dawiyê de jî em soz didin ku em ê tekoşîna xwe ya li ser xeta şehîdên heqîqetê bi hêztir bidomînin."

Xwedî helwesteke xurt bin

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî êrişên li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê û rojnamevanan daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:’’Ev demeke dirêje li derdora Bendava Tişrinê şerekî dijwar heye. Dewleta Tirk bi rêbazên der mirovî êrişên xwe didomîne. Bi awayekî eşkere pîvan û zagonên navneteweyî bin pê dike û li hemberî mirovahiyê sûcê şer dike. Raste-rast, ax, welat, hebûn û nirxên civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  hedef digire. Dixwaze hemû çavkaniyên debara gel û binesaziya herêmê li gel însanên ku di nav de jiyan dikin, bi awayekî hovane ji holê rake.

Ji bo şopandina vê berxwedanê û belgekirina tewanên şer, rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema rewşa herêmê dişopandin ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk a dagirker ve roja 19’yê Kanûna 2024’an bi zanebûn hatibûn hedefgirtin û şehîdxistin. Herî dawiyê 16’ê Çileya 2025’an di saetên piştî nîvro de rojnamevanên ku çalakiyên gel ên li Bendava Tişrînê dişopandin, careke din rastî êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin li keleka gelê ku li bendavê ye. Di encama êrişê de 3 hevalên me yên rojnamevan jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn û welatiyek jî şehîd bû. Di êrişê de nûçegihana Ronahî TV Leyla Ebdê, rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê ragihandinê Dijwar Elîşêr birîndar bûn. Mixabin li hemberî van êrişan cîhan ker û lal bûye. Bêdengiya heyî, rê dide ku her kêlî êrîş zêdetir bibin. Weke rojnemevanên jin bi bilindkirina têkoşînê, em ê şopandina rêya hevalên xwe û rêya heqîqetê bidomînin. Em bang li sazî û dezghên rojnamevanên Kurdistanî, herêmî û navnetewî dikin ku li hemberî van kiryarên hovane û sucên şer ên li hemberê hevalên me yên rojnamevan bi awayeke sîstematîk pêk tên, bêdeng nemînin  û li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê xwedî helwesteke xurt bin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.