- Di helbestên min de bêdengiyek heye, ez li hin tiştan dipirsim û digerim, lewre hesta ciyekî ku qet neçûme wir, heye. Ez dizanim ez ji wir im, lê nikarim xwe bigihînim wir, bi ti awayî nikarim. Têkiliyên min yên qutbûyî, nexasim ên malbatî hin hestan bi min re çêdikin.
GEMMA TARLACH*
Hejar Baban gava behsa karên xwe dike, hinek dilerize û şerm dike. Lê ew dikene jî û bi dengekî bi xwe bawer diaxive. Gava diaxive jî ew carinan disekine û difikire û bi dengekî henûn axaftina xwe dewam dike: “Ez girîngiyê bi her tiştî didim, belkî carinan zêdetir jî didim.”
Hejar Baban hîna 20 salî ye. Ew bi vî temenê xwe yê ciwan bûye xwedî çend xelatên baş û wek helbestvaneke Kurd, bi helbestên xwe yên xembar tê naskirin. Êdî navê wê li gelek ciyan tê bilêvkirin. Wê îsal mafê bûrseke pirr girîng a bi navê “Paul&Daisy Soros” girt ku li Emerîkayê bûrseke hêja ye di warê edebiyatê de.
Wê wekî din her wiha sala 2017’an jî “Xelata Detroit a Helbestvanên Ciwan” wergirtiye. Baban, bi rêzik û hevokên xwe zêdetir bi mijarên malbat, ol û netewperweriyê dadikeve. Helbet ew bi hestên xwe behsa çiya û çanda Kurdistanê jî dike, her çiqas ew li Kurdistanê nemabe û ew çiya qet nedîtibin jî.
Hejar Baban li Pakîstanê tê dinyayê. Bavê wê Kurd û diya wê Efxan e. Diya wê li Kabilê mezin bûye û bavê wê jî li Îranê. Dê û bavê wê li Pakîstanê bi cih dibin. Lê malbata Hejar Baban zû ji Pakîstanê derdikeve û koçberî Emerîkayê dibe. Ew li Michigan, Dearbornê mezin dibe û li wir dixwîne. Helbestên ku dinivisîne, hesret û bêrîkirina welatekî tînin ziman, welatekî ku wê qet nedîtiye lê tim hîs dike. Wek nimûne, ew di helbesta xwe “Ez dixwazim rewşa hewayê ya Silêmanî hîn bibim” de dibêje, “Sûlav, bibîranînên wî ciyê ku me herduyan jî navê wir nizanîbû, zeft dikir û dibiriqand. Ez ji bîr dikim, ew jî wek ku wisa be, xwe li nezaniyê datîne.”
Hejar Baban niha li “Zanîngeha Virginia” lîsansa bilind dixwîne. Ew tevî bernameyeke helbestê li vê zanîngehê li ser helbestê hûr dibe. Wê hîna nû xebata xwe ya bi navê “Singular Wreckings” (Enkazên Tekane) ya ku ji helbestan pêk tê, temam kir. Ew dixwaze li heman zanîngehê bi helbestvaniyê re mijûl bibe û li wir mamostetiyê bike. Her wiha ew wek şagirt û mentor bi nivîskar û helbestvanên penaber re di nav têkiliyê de ye û dixwaze bi wan re jî xebaten xwe bidomîne.
Hejar Baban li gel malpera “Atlas Obscura” behsa xebat û meraqa xwe ya helbestê dike:
Helbestên te bêhtir derbarê erdnîgariya Kurdistanê de ne û wir bi mirov dide hîskirin. Lê tu qet li wir nemayî, ev hesta derbarê ku ne ciyekî şênber e ji bo te, çawa bi te re peyda bû?
Di helbestên min de bêdengiyek heye, ez li hin tiştan dipirsim û digerim, lewma hesta ciyekî ku qet neçûme wir, heye. Ez dizanim, ez ji wir im lê nikarim xwe bigihînim wir, bi tu awayî nikarim. Têkiliyên min yên qutbûyî, nexasim ên malbatî hin hestan bi min re çêdikin. Ez dixwazim wan parve bikim. Kitêba min ya dawî “What I Know Of The Mountains” (Tiştên ku derbarê çiyan de dizanim) derbarê motîfên çiya de bûn. Ew motîfên ku li ser çand û nasnameya Kurdan bûne xwedî bandor. Her wiha têkiliya helbestên min bi tecrîd û îzolekirina wir re jî heye. Min qet di rastiyê de ew çiya nedîtine, ev rewş bêhtir tecrîdê zêde dike li gorî min. Bi bêdengiyê ev rewş bêhtir derdikeve holê. Li wî ciyê ku ez lê jiyam hîna jî ew bêdengî heye.
Di helbesta xwe ya “Highlander’s Sonnet” (Soneya Xelkê Baniyan) de tu dibêjî Kurd her tim bi awayekî trajîk tên nîşandan û rêzikeke te ya wiha heye: “Çiya tenê bi aşûtan tên naskirin, lê li ba Kurdan bi mirinê”. Kurdistan ji bo te çi temsîl dike?
Çend birayên bavê min li Kurdistanê mirin. Heger hevalek we yê Kurd hebe, hûn ê bibînin ku ji malbata wî teqez hinek hatine kuştin. Ez derbarê Kurdan de lêkolînên dîrokî jî dikim. Erê ez nîşeyan nagirim û tiştên dîrokî nanivîsim. Lê ez van agahiyan hîn dibim û bi kar tînim, ez dizanim derbarê Kurdan de hin tişt şaş tên gotin. Di dîrokê de mirovên din her tim me bi trajedî û tecrîdê didin naskirin, sedema van tiştan heye. Mirov çima dixwazin me wisa nas bikin, ev fikir min aciz dike û nikarim xwe jê xelas bikim.
Heman tişt ji bo welatê diya te Efxanistanê lê ye. Niha gava tu li wir difikirî û tiştên diqewimin dibînî, çi tê bîra te?
Li Efxanan guhdarî bikin. Heger bi baldarî hûn li mirovan guhdarî bikin, ew trajediya ku tê serê mirov, dike ku we bide qebûl kirin. Em ji xeynî van trajediyan jî hene, heta em ji trajediyan wêdetir jî hene. Divê Emerîka jî hebûna me wisa bîbîne û qebûl bike.
Mala te li kur e?
Ji bo min her ciyê ku tu dikarî herî wir, ewder mala te ye. Niha jî ez kêngî bi hin kesan re di bêdengiyê de wext bibihurînim, ez wek li mala xwe bim, hîs dikim.
Hesta ku meraqê bi te re çêdike çiye?
Ez her çiqas nebêjim jî helbest e, lê dîsa jî bandora helbestan heye. Lê ne ew helbestên ku cara ewil ez wan dixwînim, helbestên ku dubare dixwînim û nikarim dev ji wan berdim, hene. Ez pirraniya caran li van helbestan vedigerim. Ez ji helbesta Gwendolyn Brooks** ya “The Preacher: Ruminates Behind the Sermon” (Waiz: Hizrên ji weazê û wêde) pirr hez dikim û ji bo herkesî pêşniyaz dikim da ku bixwînin. Ez her ku li helbestê germ dibim û dixwînim, heman helbest e û ew naguhere lê dike ku ez ji nû ve meraq bikim û li hin tiştan bihizirim.
* Ardîn Dîren ji Ingilîzî wergerandiye.
** Helbestvaneke Efro-Emerîkî ye.
Waiz: Hizrên ji weaz, û wêde
Ez dibêjim, heger mirov Xweda be, niha tenê ye.
Ti kes hez ji Sahibekî nake. Na. Tevî ku.
Şabaşên şikir ji Xwedê re, ew şabaşên ji Xwedayê -ezîz re, ew şabaşên
Bi îhtîram biryardar ên çavên Yekşemê.
Wêneyê Yahve di holê re dibihure
Yê Cenabê Wî, afirandî ber bi derve ve direvin
Da ku ji quncikên pêşxizmetan, bi qêrîn bi şabaşan, bibêjin
Razîbûna ji rohniya dilpakiya Wî.
Lê belê kî bi Wî re dimeşe? - kî diwêre rahêje milê Wî,
da ku li ser milê Wî bixe, destê xwe biavêje guhê Wî,
jê re Coca-Colayekê yan jî bîrayekê bikire
Henekê xwe bi siyaseta Wî bike û jê re bibêje Tu dînek î?
Belkî - kî dizane? - Ew westiyabe ji nihêrîna li jêr
Ew çav hîç hilnehatî ne. Ti carî rast û zoq nînin.
Belkî Ew carinan ji mezinbûnê diweste
Bi tenê. Bêyî ku destek hebe bigire.
* Luqman Guldivê ji Ingilîzî wergerand