Kurtefilma “Silence (Bêdengî)” a derhêner Brwa Vahabpour li ser keçeke Kurd a kerr û lal e ku hewl dide berxwe bibîne di nava dinyayek bêdengî de. Ew hewl dide li vê dinyayê bê, cihekî xwe tê de peyda bike. Kurtefilm ji nêz ve berê xwe dide tecrîda civakî. Kurtefilm meha bihurî li Festîvala Filman a Odense hat nîşandan. Dê û bavê keça Kurd di filmê de, ji wan nayê ku keça xwe bişînin dibistaneke taybet ji bo kerr û lalan. Ji ber wê jî keç neçar e ji bo her tiştî têbikoşe. Film îsal hatiye çêkirin û tevî ku derhêner Kurd e, weke filma Norwêcê tê qebûlkirin.
OSLO