Bêdeng qatil rûreş kirin

Nûçeyên Jin

Pêncşem 15 Tîrmeh 2021 - 04:57

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî şideta beramberî jinan, Komeleya Sawişka û Tora Fermandarên Jin ên Aştiyê li dijî qetilkirin û şideta li dijî jinan çalakiyek bêdeng li Qamişloyê li dar xist.

Tevî bi dehan jinan, endamên Hêzên Asayîşê bi cilên spî yên bi nivîsa "Ji tundiyê re na" li ber avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê kom bûn û qetilkirina jinan a qaşo ji bo namûsê, şermezar kir.

Jinan pankartên "Jin, jiyan, azadî", "Ji qetilkirina jinan re na", "Civaka ku jin tê de werin qetilkirin, azad nabe", "Ji tundiya li dijî jinan re na", "Tundiya li dijî jinan rawestînin" hilgirtin.

Rêvebera Nivîsgeha Qanûnî ya Rêxistina Sara Arzû Temo li vir got, "Di dema dawî de du zarokên keç hatin qetilkirin. Li ser vî esasî me gelek çalakî kirin. Em ê pêngaveke bêsînor li dar bixin, heta ku em sûcên li dijî jinan bi dawî bikin. Em ê her hefeteyê çalakiyan li dar bixin."

Arzû Temo di dawiyê de bang li Rêveberiya Xweser kir da ku hesab ji qatilên her du  zarokan bipirse û cezayên giran li wan bibirre.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.