- Azad Kerîm: Qederê 40 salan e ku ez dûrî welatê xwe, li welatekî biyanî dijîm. Lê dîsa jî min kok û çanda xwe ji bîr nekir û dikarim bibêjim hunerê min li ser vê çandê şax dide û çêdibe.
ARDÎN DÎREN
Azad Kerîm weke hunermendekî Kurd ev nêzî 40 salan e ku bi pey berhemên dîrokî yên Mezopotamyayê ketiye û bi riya wêne, peyker, çapên dîjîtal û vîdeoyan ji nû ve wan rave dike. Ew bi vê ravekirina xwe hunerê kevin yên şaristaniyên Kurdistanê tîne bîra xelkê. Nexasim jî şaristaniyên ku li qeraxa Dîcle û Feratê hatine avakirin û li wir salên dirêj e, niştecih bûne. Reng û sembolên di hunerê wî de meriv dibin zemanên berê û ew bi van sembolan bîreke nostaljîk ava dike. Wî herî zêde jî ji lewheyên nivîskî yên berê hez kiriye û ew wan lewheyên nivîsan ku şaristaniyên kevn li ser wan gelek peyam nîvîsandibûn, ji bo siberojê bi şêwazekî nûjen şirove dike. Azad Kerîm ji bo karibe van xebatên xwê pêk bîne, li gelek welatên dinyayê geriyaye. Ew li muzeyên ku berhemên Mezopotamyayê ango derûdora Dîcle û Feratê kom kirine, digere û li wan dikole. Ev rêwîtiyên wî yên muzeyan li ser hunerê wî tesîreke baş kirine û wan ji van berhemên ku li muzexaneyan dîtiye, gelek sûd girtiye.
Azad Kerîm bi qasî ku li pey rabihuriyê ye ewqasî jî berê wî li siberojê ye. Ew hay ji qeyranên dinyayê û aloziyên Kurdistanê jî heye. Di salên xwe yên li Ewrûpayê de her çend ji welatê xwe dûr ketibe jî hizr û hestên wî yên derbarê welatê wî de di berhemên wî de xuya dibin. Tenê ne derbarê welatê wî de, ew bi hin meseleyên ku li dinyayê diqewimin jî daketiye û di hunerê xwe de nexasim li ser penaberiyê gelekî sekiniye. Xebata wî ya bi navê “Keştiya ne ewle” ku sala 2019’an bi seramîkan çêkiribû, nîşaneya vê yekê ye. Wekî din koleksiyana wî ya bi navê “Xaniyên terikandî” jî bi reng û sembolên xwe behsa koçberiyê dikin. Her wiha êrişên li ser berhemên hunerî jî bala wî pirr kişandiye û ji bo balê bibe ser van êriş û talanên barbaran, gelek berhem afirandine.
Azad Kerim kî ye?
Azad Kerîm sala 1954’an li Hewlêrê ji dayik bûye. Wî li Bexdayê di Înstîtûya Hunerên Bedew de xwendiye. Ew yek ji şagirtên herî serketî yê beşa xwe bû. Lê piştî ku ji wir mezûn dibe, berê xwe dide Ewrûpayê û li gelek bajarên Ewrûpayê li ser huner perwerde dibe. Tevlî kargehên hunerî dibe. Sala 1976’an li Slovenya bi cih dibe û xwe li Akademiya Hunêrên Bedew a Ljubljana qeyd dike. Sala 1980’yî ji vir mezûn dibe. Wî sala 1983’an jî dîsa li heman akademiyê di warê grafîkê de lîsansa bilind kiriye. Azad Kerîm niha li bajarê Ajdovscina yê Slovenya dimîne.
‘Berhemên winda’ û êşa Azad
Azad Kerim tenê şêwekar nîne, her wiha ew hunermendê performansê ye jî û performansên wî yên ku weke vîdeo hazir kiriye jî hene. Performansa wî ya bi navê “Berhemên Winda” ku ji gelek disiplînên cûda pêk tê ya herî tê zanîn e. Ew tenê ne ji bo berhemên ku li Kurdistanê hatine rûxandin, ji bo berhemên ku li Rojhilata Navîn tên dizîn û talankirin hemûyan xemgîn e. Di nav xebatên wî yên di pêşangeha wî ya “Berhemên Winda” de, vîdeo, çapên dîjîtal, peyker û wêne hene. Wî di vê pêşangeha xwe de gelek berhemên kevin ên şaristiniyên Mezopotamyayê kom kirine û wî ew weke replîkayan ji nû ve şirove kirine. Azad Kerîm armanca xwe ya ji vê performansê jî wiha rave dike: “Ez dixwazim bi riya berhemên xwe yên hunerî, berhemên şaristaniyên kevin ên ku hatine rûxandin û windakirin, ji nûve biafirînim. Dema ez bi vê xebatê daketim, min hîs dikir ku bedena min parçe parçe bûye û ez di nav êşê de me. Bi van berheman ez jî careke din bi ser xwe ve têm û bi şêwaza xwe parçeyên bibîranînên şaristaniyên Mezopotamyayê ku her yek xwedî sembolek e, şirove dikim. Ez van parçeyan kom dikim û di pêşangehan de nîşan didim.”
Li ser kok û çanda xwe diafirîne
“Ev qederê 40 salan e ku ez dûrî welatê xwe, li welatekî biyanî dijîm. Lê dîsa jî min kok û çanda xwe ji bîr nekir û dikarim bibêjim, hunerê min li ser vê çandê şax dide û çêdibe. Di nav xebatên min hemûyan de, ku ez wan weke koleksiyon hazir dikim, nûjeniya bizavên hunerî heye lê her wiha hunerê şaristaniyên qedîm û kevin ên welatê min jî hene. Nexasim di van salên dawiyê de dîmenên şer ên Rojhilata Navîn ez gelekî aciz kirim. Dîmenên penaberan ên di keştî, behr û çeman de asê mabûn, qet naçin ji ber çavên min û vê yekê ez birîndar kirim. Ji hêleke din ve jî mîrateya hezar salan a çandî ji hêla barbaran ve hate tinekirin. Gelek berhemên ji şaristaniyên kevin mabûn, bi destê van hovan hatin xerakirin. Ji lewma, wan baş dizanibû ku xelk bi van berheman bi rabihuriyê re têkiliyekê ava dike û çand li xelkê tesîrê dike.”