Bê statu Şengal nîne

Çarşem 3 Tebax 2022 - 21:15

  • Fîkret Îgrek dibêje, ya ku ew li pêş digirin ne qebûlkirina fermî ya qirkirina li dijî Êzîdiyan e, lê qebûlkirina fermî ya statuya xweser a Şengalê ye. Lewma tenê ew dikare mayînde pêşî li qirkirinê bigire.

RONÎ PENABER

Doh salvegera destpêka fermana 3´yê Tebaxa 2014´an a 8´an bû. Armanca DAIŞ´ê qirkirina Êzîdiyan bû. Di dema fermanê de qederê 7 hezar Êzîdiyî hatin revandin. Bêhtirî 5 hezar Êzîdiyan hatin qetilkirin. Piştî fermanê, niha 250 hezar Şengalî li wargehên penaberan ên li Dihokê asê mane. Qederê 70 hezar Êzîdiyî jî ji Kurdistanê derketin  û li xerîbistanê bûn penaber. Li ser guhertina di jiyana Êzîdiyan, xebatên ji bo danqebûlkirina fermî ya Qirkirina Êzîdiyan, şertên vegera Êzîdxanê bi giştî û ya Şengalê û gelek mijarên din em bi hevserokê berê yê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek re peyivîn.  

Îgrek dibêje, di nava civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê de nifşekî ciwanan bi nifûseke qederê 15 hezar kesan ji civakê qut bûne û wenda bûne. Ew vê rewşê weke qirkirina spî bi nav dike û hişyar dike, heger rewş neguhere, di nava 3 ta 4 nifşan de ji sedî 70-80´yê Êzîdiyên li Dîasporayê wê asîmîle bibin. 

Ew îşaret bi vegereke nisbî ya hin Êzîdiyan dike ku salê mehekê li Ewrûpayê bûn û 11 mehan li Kurdistanê. Ew dibêje, vê dikir ku Êzîdî maliyên xwe bibin Kurdistanê, da ku Kurdistanê nas bikin. Lê piştî sala 2015´an ev yek jî ji ber zilm û zordariyê nemaye. 

Îgrek bi bîr dixe ku Êzîdiyan dawiya salên 1960´î weke karker berê xwe daye xerîbistana Ewrûpayê, lê pêla esasî di salên 1980´yî de bûye: “Piştî pêngava 15´ê Tebaxa 1984’an, bi şerê dewleta Tirk li dijî Kurdan re, cerdevanî li ser Êzîdiyan hat ferzkirin. Di koçberiyê de ev diyarker bû. Koçberiya mezin ji vê û pê ve bû.” 

Ew bi bîr dixe ku di dema Osmaniyan de qederê 60 fermanî li Êzîdiyan hatine rakirin û ji ber van fermanan Êzîdî koçberî Gurcistan û Ermenistanê, û heta Sûrî û Iraqê bûne. 

Fîkret Îgrek texmîn dike ku li Ewrûpayê îro roj qederê 300 hezar Êzîdiyî hene. Piştî fermana 3´yê Tebaxê 70 hezar Êzîdiyên din koçberî Ewrûpayê bûne. Nifûsa herî zêde ya Êzîdiyan niha li Elmanyayê ye. Wekî din li Holanda, Swêd, Awusturya û Fransayê jî Êzîdiyên dîasporayê hene.  Ew vê yekê weke mecbûriyet bi nav dike û dibêje, “Dewleta Tirk û PDK siyaseta dûrxistina Êzîdiyan ji warên wan dimeşînin. Niha li 16 wargehên li Başûrê Kurdistanê qederê 250 hezar Êzîdiyî hene. Ew bi qest hema bêje weke hêsîr ragirtî ne."

Tehlûkeya qirkirinê dewan dike

Fîkret Îgrek dibêje, ferman dewam dike û meseleya qirkirinê bi vî awirî jî ji bo Êzîdiyên li ewrûpayê rave dike:

“Piştî fermanê me li Ewrûpayê jî lêkolîn kir û me dît ku ji nava civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê qederê 15 hezar ciwanî, nexasim jî keçên me asîmîle û wenda bûne. Em niha bi aqûbeta wan nizanin. Ev ciwanên me yên ketin ber qirkirina spî, bi ku ve çûn? Li ku ne? Mixabin em pê nizanin. Jixwe, heger Şengal nebe xwedî statuyeke xweser, weke nifşê 3´yê û nifşê 4´ê ji sedî 70-80´yê civaka Êzîdî ya li dîasporayê wê asîmîle bibe. Ev tiştekî tirsnak e.

Zêhniyeta modermnîteya kapîtalîst civaka Êzîdî êsîr kiriye. Îhtîmal zêde ye ku civaka Êzîdî ya li dîasporayê çand û baweriya xwe ji dest bide.” 

Ev lêkolîn bi pirsîna ji Malên Êzîdiyan û komeleyên Êzîdiyan, û her wiha bi têkilîdanîna bi malbatan re hatiye kirin.

Îgrek wekî din dide zanîn ku pirraniyeke zêde ya malbatên Êzîdî ên dilsozê Tevgera Azadiya Kurdistanê ne yan jî dilsozê Şengalê ne, neketine ber çerxên asîmîlasyonê.

Elaqeya statuya Şengalê û pêşîgirtina li asîmîlasyonê jî ew wiha rave dike: “Şengal welatê Êzîdiyan e. Heger bibûya xwedî statuyeke xweser, asîmîlasyon wê bihata mînîmalîzekirin. Derfeta van nifşên ciwan wê hebûya ku warên xwe, bawerî û zimanên xwe bibînin, nas bikin.”

Vegera li Şengalê divê zindî bibe

Hevserokê berê yê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, Fîkret Îgrek, weke tevdîra li dijî qirkirina spî, dibêje, “Divê projeya vegera li Şengalê tevî astengkirinan hemûyan ji nû ve dest pê bike. Ev yek, wê ne tenê ji bo xelkê Şengalê, lê ji bo Êzîdiyên Qefqasan û yên Bakurê Kurdistanê jî bibe gaveke muhim da ku warên xwe yên qedîm bibînin. Divê Platforma Êzîdiyên Dinyayê ya bi nûneriya tevahiya Êzîdiyan bê damezirandin. Tenê wiha em dikarin gavên pratîk biavêjin, zarok, ciwan û dîroka xwe ji nemanê xilas bikin.”

Faşîzma Tirk dîsa asteng kir

Îgrek bi bîr dixe ku ji bo vegera welat wan sala 2013´an projeyek dabû destpêkirin, lê ji ber zilma dewleta Tirk ev proje piştî sala 2015´an hatiye betalkirin. Ew dibêje, “Beriya destpêkirina van êrişan. Êzîdiyan dixwest vegerin. Wan dest bi tamîrkirina mal û qubên xwe, çandina rez û werzên xwe kiribû. Welatiyên Êzîdî yên ku ji Ewrûpayê çûbûn, 11 mehên salê li wir bûn [Bakurê Kurdistanê], mehekê li Ewrûpayê bûn, hebûn. Wan dikir ku zarok, kalûpîr û malbatên wan Kurdistanê bibînin, dîroka xwe nas bikin. Piştî sala 2015´abn êrişan ji nû ve dest pê kir û ev xewn jî nîvco ma.”

Rêxistina civaka Êzîdî şert e

Fîkret Îgrek îşaret bi êriên li dijî Şengalê yên vê dawiyê dike û dibêje, Nîsana bihurî pîlanên qirêj ên PDK û Kazimî li dijî Şengalê hebûn. Ew dibêje, YBŞ û YJŞ´ê ev êriş bi berxwedanê pûç kirine lê hişyar dike û dibêje, PDK û dewleta Tirk pîlaneke tesfiyekirinê çêkirine û rewşa Şengalê krîtîk e. Bi ya wî tenê PKK weke hêîz li ber van êrişan disekine. fîkret Îgrek çalakî û helwêstên dîasporaya Êzîdî li dijî van êrişan kêm dibîne: “Civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê çalakî kirin, lê diwarê bersivdana dijmin de ev kêm bûn. Berxwedana li Şengalê destaneke dîrokî ye.

Lê civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê divê xwe bêhtir bi rêxitsin bike da ku xwedî li vê têkoşînê derkeve.”

250 hezar Êzîdî li wargehên Dihokê

Fîkret Îgrek dibêje, halê hazir, qederê 250 hezar Êzîdî li wargehên li Başûrê Kurdistanê hene. Li gorî wî, ev Êzîdî li wargehan weke êsîr tên girtin: “Jixwe rêveberiya PDK´ê van mirovan li wargehan bi zêhniyeta ku wan li hepsên nîvgirtî ragire, rehîn digire; wisa jî miamele bi wan re dike. Mafên wan ên sereke ên alîkariya aborî û xurekê bi şantajê dide wan, li ser wan sîxuriyê ferz dike. Ev rêbazeke şerê psîkolojîk e. Tîmên PDK´ê hene ku karê wan ew e Êzîdiyên dixwazin vegerin gundên xwe, bigirin, gefabn li wan bixwin da ku venegerin.”