Bazyan bi şehîdan dest bi cejnê kir

Duşem 17 Hezîran 2024 - 01:50

Weke kevneşopiyekê bi boneya Cejna Qurbanê Komîteya Malbatên Şehîdan, Tevgera Azadî û malbatên şehîdan û welatparêzan li bajarokê Bazyan yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê serdana gora Şehîd Qehreman. Di serdanê de soza şopandina têkoşîna şehîdan û bicih anîna armancên wan hate dayîn. Beriya bîranîna şehîdan, ji bo giyanê şehîdên Tevgera Azadiya Kurd deqeyek rêz hat girtin û piştre dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Şehîd xwediyên rast yên vî welatî ne’ hatin berzkirin û soza şopandina têkoşîna şehîdan û bicih anîna armancên wan hate dayîn. Piştre deste gul danîn ser gora Şehîd Qehreman dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Şehîd xwediyên rast yên vî welatî ne’ hatin berzkirin û soza şopandina têkoşîna şehîdan û bicih anîna armancên wan hate dayîn.

Cejnê bikin sedema yekitiyê

Di roja yekem ya Cejna Qurbanê de, li tevahî mizgeftan nimêja cejnê hate kirin û xelkê cejna hev pîroz kirin. Bi vê boneyê li mizgeftên Başûrê Kurdistanê jî nimêj hate kirin û xelk çûn cejna hev. Mela Ebdulhemîd Çomanî ku li mizgeftek navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê melatiyê dike axivî.

Mela Ebdulhemîd Çomanî da zanîn ku cejn tê wateya xweşî û bexteweriyê û got:“Em ji xweda dixwazin aştî û biratiyê bixe nav misilmanan, bi taybet jî gelê Kurd. Divê hizbên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekê û pirsgirêkên xwe bi aştiyane çareser bikin. Ev zilm, zordarî, êriş û dagirkeriya ji aliyê dijminan ve dijî gelê Kurd tê kirin, ji gelê Kurd dixwaze ku yekîtiya xwe ya dijî dijmin ava bike.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.