Bazirganiya bi duçerxeyan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Kanûn 2021 - 22:00

  • Heerink: Carekê li cihekî zehmet ku mirov nikare qet wêneyan lê bigire min pênc saetên bihurandin. Bi vê projeyê ez bûm heyranên van jinan. Haya wan jê nîne ka duçerxeyên wan çiqasî xweşik û rengîn in. Her roj bi tevgerên xwe berhemên xweşik yên hunerî diafirînin.

Loes Heerink serpêhatiya xwe ya bi wêneyan re wiha rave dike, “Rojekê gava ez hîna piçûk bûm, bi malbata xwe re ez çûm perava golekê. Ez li wir bi saetan rûniştim û min li derûdora xwe dinihêrî. Malbata min, ez weke dînekê bi nav kirim. Lê tekane rêya min ev bû. Rêwîtiya min a wêneyan wiha dest pê kir.” Heerink, wênegireke ji Hollandayê ye. Sala 1989’an hatiye dinyayê. Di 17 saliya xwe bi pereyên ku ji xwe re kom kirine, dibe xwedî kamerayekê: “Ji wê rojê heta îro min dev ji kemerayê berneda.” 

Hîs û kelecana min naçe ji bîra min

Heerink ji ajalan pirr hez dike û dixwaze wêneyên wan bigire. Jixwe, ew dibêje, sedema xwesteka min a wêneyan hezkirina min a ji heywanan bû. Wê bi saetan wext derbas kiriye di nav xwezayê de da ku wêneyên heywanan bigire. Wê destpêkê xwestiye wêneyên kêzikan, beqan û perperîkan bigire.

Cara ewil, hewl daye wêneyên wan bigire, lê bi ser neketiye. Lê jê re bûye rik û inyad û ji bo karibe wêneyê kêzikekê bigire, bi saetan di nav avê de maye. Herî dawî bi vî awayî wêneyê ku xwestiye girtiye. Heerink dibêje, “Piştî ku min ev wêne girt, ez pirr bextewar bûm. Vê hisê kir ku ez êdî careke din dev ji kamerayê bernedim. Erê, ew ne wêneyê min ê herî baş bû, lê ji bo min gelek bi mane bû. Ew his û kela canê min qet naçe ji bîra min.”

Li Vîetnamê li pey firoşkarên bi duçerxeyan

Di nav wêneyên Heerink de wêneyên wê yên herî balkêş û xweşik ew wêne ne ku wê di çorçoveya projeya xwe ya bi navê “Bazirganên di nav tevgerê de” girtine. Wê bi vê projeya xwe berê lensa xwe daye karkerên ku bi duçerxeyên xwe fêkî û zebzeyan difiroşin. Heerink van kesan di nav kar û bar de nîşan dide. Lê wêneyên xwe giş ji jor ve girtine û di dawiyê de dîmenên balkêş derxistine holê. 

Ji bo vê projeya xwe wê bar kiriye, ew çûye Vîetnamê û li bajarê Hanoi ev wêneyên firoşkarên li kolanan girtine. Wê nexasim jî wêneyên karkerên jin girtine. Ev karker ji bo karibin fêkî û zebzeyên xwe bifiroşin, li ser duçerxeya xwe sêlikan rast dikin û bi saya van sêlikan karê xwe dikin. Rojê çend kîlometreyan dimeşin ji bo van fêkiyên xwe bifiroşin. Heerink jî bi pey wan dikeve û ew jî rojê çend kîlometreyan rê dimeşe da ku karibe van kêliyên xweşik ên rengîn biqerisîne, bike wêne.

‘Berhemên xweşik yên hunerî diafirînin’

Heerink, ji bo karibe wêneyên xwe ji jor ve bigire li ser piran sekiniye û wê wêneyên firoşkaran girtine, gava ew bi duçerxeya xwe di bin pirê re derbas bûne. Jidil jî wenêyên balkêş, rengîn û xweşik in, wêneyên wê. Lê ji bo vî karê xwe bibe serî mecbûr maye dîsa bi saetan li ser piran bisekine û sebir bike. Heerink dibêje, “Carekê li cihekî zehmet ku mirov nikare qet wêneyan lê bigire min pênc saetên bihurandin. Bi vê projeyê ez bûm heyranên van jinan. Haya wan jê nîne ka duçerxeyên wan çiqasî xweşik û rengîn in. Her roj bi tevgerên xwe berhemên xweşik yên hunerî diafirînin.”

Ev wêne serpêhatiya wê tînin bîrê

Heerink, gava li Vietnamê ye pirr matmayî dimîne û dibîne ku kolanên li wir pir qerebalix in. Ev rewş hinekî wê aciz dike lê gava çav bi van firoşkaran dikeve yên ku bi duçerxeyên xwe fêkî û zebzeyan difirorişin, hinekî bêhna wê tê ber wê û aram dibe. 

Gava Heerink cara ewil çav bi van firoşkarên jin dikeve, serpêhatiyeke wê ya zarokatiyê tê bîra wê: “Wan jinan diya min anî bîra min. Gava ez jî zarok bûm, ez mecbûr dimam ji bo malbatê herim marketê fêkî û zebzeyan bikirim. Ji bo wan bînim malê jî ez mecbûr dimam duçerxeya xwe bi kar bînim.”

Wexta ew li kolanan digere, dibîhize ku zarokek ji diya xwe gazinan dike û jê re dibêje, “Kes nikare li ser duçerxeyê ewqas tişt hilgire û bifiroşe!” Ew bi vê bihîstinê dikene û rojên xwe yên zaroktiyê bi bîr tîne û dibêje, “Min dît ku li vir, ev jin vê yekê dikarin bikin. Pirr baş jî dikin.”

‘Min xwest xeyala xwe pêk bînim’

Heerink li Vîetnamê ji bo saziyên sivîl dixebite û “Bazirganên di nav tevgerê de” projeya wê ya yekem e. Di nav vê projeya wê de 100 wêneyên firoşkaran hene, firoşkarên ku bi duçerxeyên xwe li kolanan fêkî û zebzeyan difiroşin. Her wiha wê bi gelekan re jî hevpeyvîn kirine û li ser kar û barên wan bi wan re axiviye. Ji ber ku ji vê projeya wê zêde hatiye hezkirin, weke pirtûk jî hatiye çapkirin. Heerink dibêje, “Min ji vê projeyê bi awayekî maddî ti tişt qezenc nekir, tenê min xwest ez xeyala xwe pêk bînim û bedewiya karên ku [ev jin] dikin nîşanî xelkê bidim.”

HANOI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.