Bazara vê dewletê betal e

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 03:28

Li Wanê 9 siyasetvanên sala 2013’an di nav şandeya şopandina pêvajoya vekişînê de cih girtin, bi hinceta wêneyên di vê pêvajoyê de girtine, hatin girtin. 

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de di 3’yê Hezîranê de bi serdegirtina malan ji 17 kesan; Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêya Armûşê Behîce Abî, Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Omer Işik, rêveberê HDP’ê Salîh Îpek, Harûn Okay, Hevşaredarê Tûşbayê Yilmaz Berkî ku ji ber bi KHK’yî bû mazbate nedanê, rêveberê HDP’ê yê berê Atîlla Kumlî, rêveberê MAZLÛM-DER’ê yê berê Yakûp Aslan, Evîn Keskîn û Abdûlkerîm Bayit bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 

 

Sûc jî delîl jî yek wêne ye

Li ser banga Rêber Abdûllah Ocalan HPG´ê gerîla vekişandin Başûrê Kurdistanê. Endamên heyeta li jor jî ev vekişîn bi awayekî fermî dikir. Lê dewleta Tirk a ku bîh û bazara wê betal e, ev yek ji bo girtina endamên heyetê kir hincet. Yekane sûcê ku siyasetvanên ji ber hatine girtin, û delîl jî wêneyê bi HPG’yiyan re ye; ew HPG´yiyên vedikişin. Ev wêne jî, ji ber ku koma ewil a ji Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûye, li ser daxwaza bi dehan rojnamevanên şande dişopand, hatiye girtin. 

Li ser pirsa we çima wêne girt, got, wê demê bi teşwîqa desthilatê ewn ev şande ava kiriye, û ji bo ku di navbera leşker û PKK’iyan de şer neqewime ew têkoşiyane.

Dadgehê tevî daxuyaniyan jî derbarê 9 kesan de “bi yekdengî” biryara girtinê da.

WAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.