Bazara sîlehan xweş kirin!

Nûçeyên Cîhan

Şemî 30 Nîsan 2022 - 06:58

  • Bi şerê Ukraynayê re li temamê dinyayê kirrîna çekan zêde bû. 

Di Sibatê de bi destpêkirina şerê Ukraynayê re, dewletan dest bi kirrîna çekan kir. Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz sê rojan piştî destpêkirina şerê Ukraynayê, ji bo modernîzekirina artêşê 100 milyar euro amade kirin.

Welatên wekî Lehistan, Belçîka, Swêd û Danîmarkayê jî ji bo artêşan fon amade kirin. Li gorî texmînan DYE di warê mesrefên leşkerî li herî pêş e, û ew ê lêçûnên xwe zêde bike.

Serokê DYE’yê Joe Biden di dawiya Adarê de ji Kongreyê xwest ku di sala 2023’yan de 813 milyar dolaran bide karên parastinê. Li gorî budceya par, 31 milyar dolarên zêde dixwaze.

Li gorî Înstîtuya Lêkolînên Aştiyê yên Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) di navbera salên 2011 û 2020’an de lêçûnên leşkerî ji sedî 9,3 zêde bûne.

Lêçûnên leşkerî li Asya û Okyanûsyayê jî zêde bûn. Çînê di navbera salên 2011 û 2020’an de budceya xwe ya leşkerî ji sedî 76 zêde kir. Çîn bûye welatê ku herî zêde keştiyên şer çêdike û di warê fuzeyên hîpersonîk de jî derket pêş.

Welatên wekî DYE, Hindistan, Japonya û Fransayê jî ji bo geşbûna leşkerî bername çêkirin. Di salên dawîn de dewletan berê xwe daye dronên xweser ên ji bo şer. Di heman demê de li ser aqlê çêkirî yê ji bo leşkerî jî disekinin. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.