Bazara şehîdan

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 01:24

  • Gotina bazara şehîdan wê we gelekî aciz bike. Lê me ev yek jî dît. Kesekî bi navê Ahmet Guneştekîn li Amedê pêşangehek bi navê Odeya Bîrê vekir.

Gotina bazara şehîdan wê we gelekî aciz bike. Lê me ev yek jî dît. Kesekî bi navê Ahmet Guneştekîn li Amedê pêşangehek bi navê Odeya Bîrê vekir. Li vê odeyê kesên ku dewleta Tirk ew qetil kirine navê wan cih digrin. Darbestên vala û rengareng jî hatine bicihkirin. Ji bo pêşengehê jî gelek kes hatin vexwendin. Ji rayedarên AKP'ê heta şaredarên CHP'ê û hunermendên Tirkan beşdarî vê pêşengehê bûn.

Rojnamevan û nivîskarên Tirkan ku rojê 24 saetan heqaretê li Kurdan dikin jî li wê derê bûn. Vê bûyerê Kurdan gelekî aciz kir û gelekî jî hat nîqaşkirin.

Gelo Ahmet Guneştekîn ji bo çi ev yek kir û xizmeta kê kir. Destpêkê ez fikirîm ku ev kes bi niyetek baş rabûye, lê ez li encamê dinêrim ne wilo ye. Temam raste, pêşengeheke Kurdî ye û qala şehîdên Kurdistanê dike. Lê kê ew kes qetilkirine nayê gotin. Ewqas komkujî û talan ji aliyê kê ve hatiye kirin nayê gotin. Yên bûne sedema van komkujiyan jî li pêşengehê bûn. Miriyên me nîşanî wan kujeran dida û digot werin ji xwe re binêrin bê ka em çiqasî guneh in. Rengê mirinê jî ewqasî erzan nebibû. Ew kesên li pêşengehê li pêşiya nav û tabûtên şehîdan wêne dikişandin. Kujerên wan şehîdan jî heman wêne kişandibûn. Dema ku eskerên Tirk komkujî dikirin li pêşiya qurbaniyan wêne dikişandin. Ma gelo ne heman tişt bû.

Navê pêşengehê kiriye odeya bîrê û li vê pêşengehê şehîdên me daniye bazarê. Bang li wan kujeran dike û dibêje werin ji xwe re bibînin bê çiqasî rengareng em mirine. Ma gelo vî kesî destûr ji malbatên şehîdan wergirtiye tiştekî wilo dike. Navê şehîdan li taxan kiriye û rengareng neqişandiye. Wê niha jî ev kes bêje navê wê huner û wêje ye. Eger hunera vî kesî civakê li ber çavan negire wê xizmeta kê bike. Ji ber ku piraniya civakê nerazîbûna xwe nîşan da. Li cihekî wekî Amedê bûyereke bi vî rengî qewimî. Roja ku ew pêşengeh hebû, li Amedê dayikên Kurdan ji ber rengên keskûsorûzer dihatin binçavkirin. Heman rojê li Stenbolê şahiya hunermendên Kurd hat qedexekirin.

Ji ber vê yekê em dibînin ku pêşengeha odeya bîrê di bin kontrola dewletê de hatiye vekirin. Ew pêşengeh xizmeta şerê qirêj ê dewletê dike. Jixwe Ahmet Guneştekîn di hevpeyvîneke xwe de dibêje malbata wî AKP'yî ye. Eger malbata wî AKP'yî be wê çawa xwedî li şehîdên Kurdistanê derkeve. Kesekî di nava pergala dewletê de cih digre nikare li doza şehîdan xwedî derkeve.

Eger odeya bîrê xizmeta civakê kiriba wê malbatên wan şehîdan li wê derê bûna. Navê wê odeya bîrê ye, lê armanc jibîrbirina hafizaya civakê ye. Nermkirina terora dewletê ye. Eger ew kes ji dil bûya wê gotiba ev kes ji aliyê vê dewletê hatine kuştin û kujerên wan jî niha li desthilatdariyê ne. Ma ne ev desthilatdariye ku bi dehan komkujî pêk anîn û hê jî pêk tîne. Bajar û navçeyên Kurdan ji aliyê vê desthilatdariya faşîst ve hat xerakirin.

Eger Ahmet Guneştekîn dixwaze xizmetê ji civaka xwe re bike divê pêşî li doza şehîdan xwedî derkeve. Yên me qetil dikin îro hê jî li desthilatdariyê ne. Eger tu wan rexne neke û tiliya xwe nexe çavê wan tu yê hunera çi bike. Hunera te divê ji bo civakê be û xizmeta gel bike.

Eger tu dixwazî li odeya bîrê binerê vaye binêre; di vî wextî dewlet hê jî cenazeyên şehîdan nade malbatên wan. Bi hezaran cenaze li goristanên bêkesan hatine veşartin û dewlet van cenazeyan nade malbatên wan. Gor û goristanên şehîdan xera dikin. Cenazeyan bi kargoyan dişînin. Eger tiştekî wilo hatiba serê te wê bîra odeyê hatiba bîra te. Ev dewlete ku hê jî li zindanan faşîzmê dike. Çi ferqa vê desthilatdariyê ji rêveberiya darbeya 12'ê Îlonê nemaye. Jê xerabtir e, lê ne kêmtir e. Hê jî ji girtîgehan bi tabûtan cenaze derdikevin. Di rewşeke wiha de pêkanîna vê pêşengehê desthilatdariya faşîst pak nîşan dide. Eger pêşengehek hebe divê ew jî li ser berxwedana Kurdan be. Kurd hê jî li dijî vê dewleta barbar li ber xwe didin. Heqê kesî tineye ku li ser mexduriyeta Kurdan hunera xwe nîşan bide. Kurd ne mexdûr in, berxwedêr û serhildêr in. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.