Hunermenda Kuweytî Hamra Abbas bi berhema xwe ya nû “Garden” (Baxçe) beşdarî Expo 2020 Dubaî bû. Expo 2020 wek fuara yekem ya Rojhilata Navîn tê hesibandin û heya 31’ê Adara 2022’an dê vekirî bimîne.
Expo 2020 di 1’ê Cotmehê de deriyê xwe vekir û dixwaze di nav hunerên hevçerx û raya gel de têkiliyek saz bike. Ji xeynî Hamra Abbas hunermendên wek Afra Al Dhaheri, Shaikha Al Mazrou, Monira Al Qadiri, Abdullah Al Saadi, Asma Belhamar, Olafur Eliasson, Nadia Kaabi-Linke, Khalil Rabah, Yinka Shonibare CBE RA û Haegue Yang jî beşdarî fuarê bûne û berhêmên wan jî tên nîşandan.
Hambar Abbas berhema xwe bi mermerê çêkiriye û bi qasî 90 metre dirêj û fireh e. Ew vê xebata xwe li gor rêûresmên Lahorê ku bajarekî Pakîstan e çêkiriye. Ew ji bo vê berhema xwe rêbazeke kevn ya tehnlêdanê bikartîne. Di berhema wê de baxçeyên Babîlê û wêneyên mînyatûrî hene. Her wiha hin şayesandinên dîrokî û xwezayî jî bi keviran çêkiriye û behsa utopyaya mirovan dike.
NAVENDA NÛÇEYAN