Bavga tevlêbûna li mîtînga Stenbolê

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:54

Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê bang kirin ku her kes tevlî Mîtînga Demokrasî û Azadiyê ya li Stenbolê bibin, ku mîting wê bi armanca daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan were lidarxistin.

Mîtînga Demokrasî û Azadiyê wê 25’ê Sibatê li Qada Esenyurtê were lidarxistin. Rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî wê tevlî mîtîngê bibin.

Hevserokên DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz û Gonca Yangoz banga tevlêbûna li mîtîngê kirin.

Li mîtîngê wê Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û 75 kesên ku tevlî Meşa Mezin a Azadiyê bûne jî hazir bibin. Her wiha namzetên hevşaredariya Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî û yên navçeyan jî wê hazir bin.

Meşa me ji bo azadiya Ocalan e

Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Mûrat Kalmaz û Gonca Yangoz têkildarî Mitînga Demokrasî û Azadiyê û daxwazên wê axivîn.  

Hevserok Kalmaz têkilî armanca mîtîngê got,’’Em ê bi vê mitîngê hem daxwazên demokrasî û azadiyê bi dengekî bilintir biqîrin, hem jî ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan, ji bo bikare rola xwe bilîze û azad bibe em vê mitîngê li dar dixin. Bi vê mitîngê em dixwazin biryardariya di meşa azadiyê de veguhêzin bajarên Tirkiyeyê. Di rewşeke ku demokrasî ketiye zehmetiyê, azadî tune tên hesibandin de ev mitîng weke pêdiviyekê derket holê. Ji bo mitîngê em li her kolanên Stenbolê xebatekî mezin dimeşînin. Ji bo xelasbûna ji van mercên faşîzmê, ev mitîng pêdiviyeke. Banga me li hemû kesî ew e ku di 25’ê sibatê de biherikin Qada Esenyurtê.” 

Bi yekîtiyê em ê faşîzmê têk bibin

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî têkildarî mitîngê ev tişt anî ziman: “Ev mitîng, berdewamiya hêz û enerjiya Meşa Mezin a Azadiyê ye. Rêya axaftina li ser aştiyê û avakirina wê, rêya çareserkirina pirsa Kurd ji Abdullah Ocalan derbas dibe. Rêya têkbirina faşîzmê, yekitî ye. Ango heke em bi hev re tevnegerin nikarin faşîzmê têk bibin. Lewma banga me ji bo hemû sazî û kesên ji bo aştiyê xemê dixwin ew e ku bi hev re tevbigerin û pêdiviya me bi hev heye. Îro girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de û dayikên laçikspî jî di Nobeta Edaletê de ne. Em jî ji bo pêşîlêgirtina xizaniyê, ji bo bilindkirina dengê ciwan, karker û jinan û ji bo têkbirina faşîzmê bang li her kesî dikin ku biherikin qadan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.