Başûriyê Londonê li Eyn Îsayê

Çarşem 30 Kanûn 2020 - 18:00

  • Mihdî Kurdistanî ji 83 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ye ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li bereyên şer ên li Eyn Îsa şer dike. Serpêhatiya wî hinekî cihê ye, ew bi penaberî pêşî çûye Londonê û ji wir berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê.

ZANA SEYDÎ
ANHA/EYN ÎSA

Mihdî Mihyedîn ji Başûrê Kurdistanê ye. Lê ji mêj e ew li Ingilîstanê dimîne. Piştî êrişkariya dagirker a dewleta Tirk li dijî Eyn Îsayê, ji bo parastina bajêr berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Ew niha li kêleka şervanên QSD´ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe dide.

Mihdî Mihyedîn niha li gundê Mişêrfê yê li rojhilatê Eyn Îsayê li bereyên şer e. Di nava şervanan de weke Mihdî Kurdistanî navê wî tê hildan. 
Mehdî Mihyedîn ji gundê Serzel ê li nêzî Silêmaniyê yê li Başûrê Kurdistanê ye. Bavê wî jî di salên 80 û 90’î de di nava pêşmergeyan de cih digirt û li dijî Iraqê gava wê êriş dibir ser herêmên Kurdan, wî di nava peşmergeyan de şer kiriye.

Mihdî jî wekî her Kurdî bi şerê salên 90`î yên li çiyayên Başûrê Kurdistanê, ku aliyên Kurdçî şerê hev kirin, êşiyaye. Wê rewşa bi êş ew mat hiştiye. Wê demê bavê Mihdî biryar daye ku çeka xwe deyne û beşdarbûna şerê aliyên Kurd red kiriye. li gorî wî, ew şer, di encama fitneya hêzên derve de pêk hatibû.

Pêşî çû Londonê

Mihdî Mihyedîn 19 salan li paytexta Ingilîstanê Londonê maye, lê nêrîna wî cuda bû. Ji bo dibîne ku reva ji alozî û şerê li Kurdistanê rê li ber hêzên derve vedike da ku Kurdistanê dagir bikin. Ew têdigihêje ku koçberî ne çareserî ye. Ji ber wê yekê, ew biryarê dide ku ji bo parastina gel û herêmê li ber xwe bide.

Ji bo piştgiriya doza Kurd û bi hewldana danasîna Kurdan li Ingilîstanê û derdora wê, Mihdî Mihyedîn ê 40 salî beşdarî tevahî çalakiyên sivîl ên cihêreng bû di dema xwendekariya xwe de. Nexasim jî di rêxistinkirina xwepêşandanan li dijî dewleta Tirk a dagirker de wî cihê xwe girt. Piştî ku demeke dirêj li Londonê dimîne, biryarê dide ku biçe Rojava, da ku beşdarî berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker bibe.

83 ciwanên ji Başûr li bereyên şer

Mihdî Kurdistanî diyar dike ku ew ne yekemîn ciwan e ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji bo parastinê, berê xwe daye bereyên berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, lê belê ji destpêka êrişên dewleta Tirk ên di 9’ê Cotmeha 2019’an de, 83 ciwanên ji tevahiya bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê gihiştine Rojava, da ku tevlî Berxwedana Rûmetê bibin.

Çîroka Mihdî ji çîrokên ku di dirêjahiya salên berxwedana man û nemanê ya li Rojavayê Kurdistanê ye. Çîroka wî ne weke ya wan kesan e ku ji bo ewlehiyê berê xwe dane Ewrûpayê. Ji ber ku wî berê xwe da çeperên berxwedana li dijî dagirkeriyê û ji bo azadiyê li dijî dijminekî ku ji zimanê aştiyê fêm nake, şer dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.