Basma û hunerê amîgurumî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Tebax 2021 - 03:48

Çêkirina pêlîstokên amîgurumî di roja me ya îro de bûye hunerekî berfireh. Basma Mehmûd a 33 salî bi dersên li dibistanê, hînî çêkirina van pêlîstokan bûye. Li Xezayê gelek jin bi vîdyoyên li ser înternetê hînî hunerê çêkirina van pêlîstokan dibin û debara xwe pê dikin.

Basma Mehmûd bi têlên hirî, çengel, derzî û zemq, ji bilî hin aksesûaran, lîstokên xwe li ser hunerê amîgurumî çêdike. Bi vî rengî karakterên kartonî yên navdar temsîl dike da ku behremendiya xwe bi pêş bixe û karibe di vê rewşa aborî ya zehmet de debara xwe bike.
 
Bi ceribandin û xeletiyan

Basma Mehmûd 33 salî ye. Bi dersan li dibistanê fêrî teknîkên çêkirina pêlîstokan bû. Her çendî ew serketî bû jî, vê behremendiyê bandoreke mezin li ser wê kir, ji ber vê yekê wê wext ji ẉe re çêkir da ku di her dersê de fêrî tiştekî nû bibe. Ew dibêje, ceribandin û xeletî di rêwîtiya fêrbûna wê de bi roleke sereke rabûne ku bi wê yekê re di çêkirina van pêlîstokan de bûye profesyonel.
 
Ji înternetê fêrî vî karî dibe 

Basma Mehmûd dibêje, piştî wê dibistan qedandiye, ew li navendekê geriyaye da ku fêr bibe lê cihên ji bo fêrkirina amîgurumî li Xezeyê nedihatin dîtin.

Basma Mehmûd tîne ziman ku welatên Misr, Kiwêt û yên din bi çêkirina van pêlîstokan navdar in, ji ber vê yekê, ew li kursên ku li ser înternetê tên lidarxistin geriya û bi kela canê xwe beşdarî bû. Bi demê re karê wê bi pêş ketiye û bi çêkirina pêlîstokan bûye xwedî pîşe û debara xwe dike. Jixwe xerîdaran jî di heman demê de pesnê çêkirina wê ya pêlîstokan daye. Vê kiriye ku ew vî karê xwe dewam bike.
 
Pêlîstokên dişibin wêneyan 

Basma Mehmûd der barê şêweyên pêlîstokan de dibêje, daxwaz bêhtir li ser karakterên kartonî yên Disneyê heye û diyar dike ku dayik ji wê pêlîstokên ku dişibin zarokan dixwazin, ji ber vê yekê ew wêneyan jê re dişînin û bi vî rengî ew pêlîstokan çêdike. Basma Mehmûd dibêje, ev xwestek bêhtir di demên cejnan de aktîv dibin û wiha pê de diçe, "Ne tenê zarok van pêlîstokan dixwazin, lê belê gelek jinên ciwan wêneyan dişînin da ku ji wan re pêlîstokên ku dişibin wan çêkim.” 

Basma Mehmûd dibêje, li çêkirina pêlîstokên piçûk tenê hefteyek diçe, lê yên mezin bi mehan dikişînin, ji ber ku tijî kitekit û hûrgulî ne.
 
Dixwaze atolyeyek wê ya taybet çêbe

Basma Mehmûd diyar dike ku bihayên pêlîstokan li gorî mezinahiya wan û hûrguliyên ku tê de ne, diguhere, yanî pêlîstoka ku dirêjahiya wê ji 15santîmetoryan heta 50 santîmentroyan e, bi qasî 15 dolar e û dibe ku ew bigihîje 50 dolaran. Lê modelên piçûk bi qasî 10 dolaran in yan jî dibe ku buhayê wan hindiktir be jî. Piştî qedandina berheman ew buhayê wan diyar dike. 
Basma Mehmûd daxwaz dike ku atolyeyek wê ya taybet hebe ku tê de keçan fêrî vî hunerî bike da ku debara xwe bikin û her wiha ew hêvî dike ku dikaneke wê ya ji bo kirrîna pêlîstokan hebe.

XEZA
 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.