Baregeheke çeteyan hat rûxandin

În 31 Çile 2025 - 03:25

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 29 Çile 2025’an a çalakiyên bersivdayîna rewa yên dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê weşand.Daxuyanî wiha ye:"Roja çarşemê balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li derdora Bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê dewam kirin. Balafiran gundê Şêx Ubeyd bombebaran kir û ji êvara Sêşem/Çarşemê heya saetên dereng ên êvara Çarşem/Pêncşem ve derdora Bendava Tişrînê bi obîsan û çekên giran topbaran kirin. Di topbaranê de zerar li hêzên me nebûn. Hêzên me li Girê Qereqozaqê gelek çalakî li dar xistin, lê encamên van çalakiyan nehatin zanîn.

Yekîneyên Şehîd Harûn jî li Girê Qereqozaqê li baregeheke çeteyan xist û baregeh bi temamî rûxiya. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dgirker gundên Xeseq, Mehlê û Dîkan ên başûrê Kobanê bombebaran kirin. Di heman demê de gundên navborî bi obîsan, topên hawanan û tankan bi awayekî bêserûber topbaran kirin. Gundên Xeseq, Tîna, Cada, Bîr Hiso û Qereqozaqê bi zêdetirî 150 topan hatin hedefkirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn. Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tikr a dagirker li bajarê Kobanê malek bombebebaran kir. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û jinek birîndar bûn.

Li eniya Dêr Hafirê jî balafirên bê mirov li ser herêmê geriyan û nuqteyeke hêzên me bombebebaran kirin. Ji ber bombebebaranê zerarên madî tenê çêbûn."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.